Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin 2023-04-16 12:23:37   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê di encama serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.   Polîsan îro di danê sibehê de li Taxa Turgut Ozal a girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Bedirhan Balat, Yûsûf Duman, Rojhat Karavîş û Harûn Yagan hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta ya Hezexê.    Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Hat ragihandin ku hejmara binçavkiriyan a li navçeyê dibe ku zêdetir bibe.