Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin 2023-04-16 13:25:32   AMED - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Amedê bi girseyî çûn ziyareta şîna Selîm Esmer ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû.    Endamê HPG’ê Selîm Esmer (Nûman Amed) di encama êrîşa hewayî ya di 25’ê gulana 2017’an a li Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ragihandina nasnameya Esmer, malbata wî li Mala Şînê ya Hewedan a li Rezan a Amedê şîn danî.    Komeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER), namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER),  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), endamên Hewldana 78’an a Amedê û rêxistinên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk ên navend û navçeyan ên Amedê bi awayekî girseyî çûn serdana malbata Esmer. Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn rêz hate girtin û piştre jî nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî sersaxî ji malbata Esmer re xwestin.    Selîm Eser, di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê ya di 25’ê gulana 2017’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Çendek roj berê HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gel Esmer, her wiha endamên wan Dogan Yaşar (Dilşad Gever), Elî Hesen (Qehreman Amanos), Samî Înan (Egîd Zîlan), Burak Olmez (Agir Erdexan) û Şehmûs Aydin (Che Guevera) jî jiyana xwe ji dest dane.