Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin 2023-04-16 14:03:22 RIHA - Partiya Çepên Kesk li navçeya Wêranşarê bi tevlibûna hezaran kesan bûroya hilbijartinê vekir. Omer Ocalan di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û wiha got: “Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan têk bibin.”    Partiya Çepên Kesk li navçeya Wêranşar a Rihayê bi tevlibûna hezaran kesan bûroya hilbijartinê vekir. Li gel namzetên parlamenteriyê yên Rihayê, her wiha bi hezaran kes tev li vekirina bûroyê bûn. Welatiyên ku li deverekê 10 kîlometreyan dûrî ketina Wêranşarê hatin ba hev, bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat, ketin navenda navçeyê. Namzetên ku li gel konvoyê li navenda navçeyê tûr avêtin, rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. Welatiyên ku derketin pacên malên xwe û ciwan û kalên di rê de dimeşiyan nîşaneyên serkeftinê kirin û bi çepikan piştgirî dan namzetan.    ‘EV QAD DÊ RÊ NEDE LÎSTIKÊN QIRÊJÎ’   Dema konvoy gihiştî taxa Aşê Ziya, coşa gel derket lûtkeyê. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û wiha got: “Di sala 89’an de ji bo navê min bibe Dîlan, li vê derê têkoşîneke mezin hatibû dayîn. Wê têkoşînê îro ev qad tije kiriye. Ev qad dê hêj mezintir bibin. Em li van qadan ji lîstikên qirêjî yên AKP-MHP’ê, ji zilm, şer û tecrîda wan re dibin bersiv.”    ‘EM Ê TECRÎDÊ TÊK BIBIN’   Piştre jî namzetê parlamenteriyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ocalan, wiha got: “Mijara tecrîdê ji bo me kurdan mijareke gelek girîng e. Bila kesek nebêje ev dewlet dewleta hiqûq û qanûnan e. Tecrîdeke girankirî li ser birêz Ocalan heye. Ev du sal in tu hevdîtin nayên kirin. Qanûnên we li ku ne? Kanê hiqûqa we? Em ê bi hev re, bi saya siyaseta demokratîk hevalên xwe ji zindanan derxînin. Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan têk bibin.”    Di vê navberê de ji qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. Vekirina bûroyê bi axaftinan bi dawî bû.