Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin 2023-04-16 16:49:24   ÎDIR - Namzetên Parlementeriyê yên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên Arhaca Jêrîn û Arhaca Jorîn kirin.   Xebatên hilbijartinê yên Îdirê bê navber didomin. Di çarçoveya xebatan de namzetên hilbijartinê yên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn serdana gundên Arhaca Jêrîn û Arhaca Jorîn ên girêdayî Îdirê kirin. Di seredanan de gundiyan namzet û şandeya Partiya Çep a Kesk bi coş pêşwazî kir û bi namzetan re tev li xebatên hilbijartinê bûn. Gundiyan pirsgirêkên xwe ji namzetan re vegotin û xwestin desthilat biguhere. Her wiha li gundê Arhaca Jorîn gundiyan bi girsiyeyî namzet pêşwazî kirin û li wir bi dahol û zirneyê govend gerandin. Jinan jî dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.   Namzet, wê xebatên xwe heta hilbijartinê bidomînin.