Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin 2023-04-16 18:23:21 SÊRT - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ê di çarçoveya tûra hilbijartinê li Sêrtê di civîna gel de axivî wiha got: "Divê her deng ji Peymana Lozanê, Plana Şark Islahatê û plana çok danînê re bibe bersiveke mezin. Em ê van bişînin. Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin."   Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li bajarên Botanê daye dest pê kirin bi civînên gel didome. Şandeya ku Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk di nav de li ber buroya xwe ya hilbijartinê ya li navenda Sêrtê bi gel re civiya.   Şandeyê ewil serdana esnafan kir û piştre li ber bûroya hilbijartinê ya navenda Sêrtê bi gel re civiya.   BERDAN OZTURK: EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN   Di bernameyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û destnîşan kir ku gelê kurd aştî û demokrasiyê dixwaze û got: “Dewleta tirk bi salan e tunekirina gelê kurd armamc dike. Lê em dibînin ku bi ser neketine. Ji ber ku ev hişmendî û desthîlatdar xwe bi yekperestî, nîjadperestî û netewpetestiyê bi rê ve dibin. Gelê kurd li dijî van demokrasî û wekhêviyê dixwaze. Em ne yekperestî ne jî nîjadperestîyê dixwazin. Mînaka wê ya herî berbiçav jî tecrîda li dijî birêz Ocalan e. Em tecrîdê qebûl nakin. Ne bi girankirina tecrîdê ne jî bi şerê li dijî kurdan encam nayê girtin. Encama serketina gelan a li dijî vê di 14’ê gulanê de ye. Divê her deng ji Peymana Lozanê, Plana Şark Islahatê û plana çok danînê re bibe bersiveke mezin. Em ê van bişînin. Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin."   'WÊ BIHAREK WERE VÎ WELATÎ'   Pişt re jî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî û got: “Heta ku Tirkiyê bi rejîma yekzilamî were birêvebirin tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Lê hindik maye. Wê di 14’ê Gulanê de ev desthîlatda faşîst têk biçe û biharek were vî welatî. Heta ku em vê pergalê neguherînin mafê me yên bêhngirtinê jî nîne. Em ê ewilî ji vê pergalê xelas bibin. Dema em bi hev re bin em ê serbikevin.”   Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.