Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê 2023-04-16 20:39:35 AMED - Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar ê di vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya Peyasê de axivî wiha got: “Em ê bi peyama li ber xwe bide Amed, bi eşqa çiyayên xwe bawer bike, biçin Enqereyê.” Partiya Çepên Kesk li Taxa Sîteya Senayî ya 3’yemîn a li navçeya Peyasa Amedê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina ku ciwan û jinan eleqeyeke zêde nîşan dan de namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk, Halîde Turkoglû, Cengîz Çandar, Azad Bariş, Mehmet Emîn Aktar, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Di vekirina ku jin bi zarokên xwe re tev li bûn de alîgirên Amedsporê li qadê bi coş bûn. Di vekirinê de bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” govend hate gerandin.    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan ê di vekirinê de axivî, anî ziman ku wê desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin sergoyê dîrokê. Ceylan zilma ku li gelê kurd tê kirin destnîşan kir û wiha got: “Xelasbûna ji AKP’ê di heman demê de şikandina tecrîdê ye, vekirina deriyê zindanan e. Xelasiya ji zilmê ye. Ji ber vê em seferberiyê îlan dikin. Em ê mal bi mal kolan bi kolan bixebitin. Her wiha dek û dolabên wan xelas nabin em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin û lîstikên wan ên qirêj berteref bikin.”   Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk a pişt re axivî jî anî ziman ku desthilat her kesê diaxive weke “terorîst” îlan dike û wiha got: “Êşa vê ya herî mezin kurdan kişand. Ji bilî serkeftinê tu çareya me nîne, Em jin em ê jiyana nû ava bikin.”   ‘EM Ê BI PEYAMA LI BER XWE BIDE AMED BIÇIN ENQEREYÊ’    Namzetê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar jî axaftina xwe ya bi kurdî dest pê kir tirkî domand û wiha got: “Hûn bi gotina ‘li ber xwe bide Amed, bi eşqa çiyayên xwe bawer bike (Diren ha Diyarbekir diren, dağların aşkına güven)’ her tiştî ji me re dibêjin. Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed, bi eşqa çiyayên xwe bawer bike’ biçin Enqereyê. Em ê bêjin: Em hatin. Em ji bo azadî û aştiyê hatin. Em ji bo Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş ên girtî û Osman Baydemîr û Firat Anli yên li Ewropayê bînin vê derê em diçin Enqereyê. Ji gelê kurd zêdetir kes nîne ku êş kişandî dîsa jî govendê digerîne û têdikoşe. Em ê serbikevin.”   Piştî axaftinan endamên Meclisa Dayikên Aştiyê qurdele birîn û buro vekirin.