ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-17 09:00:10       * Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê Yûsûf Bozkûş anî ziman ku gelê Meletiyê piştî erdhejê rastiya dewletê dît û got: "Ez di wê baweriyê de me ku li Meletiyê guherandinên mezin wê çêbibin. Em ji bo li Meletiyê bibin partiya yekem dixebitin."   * Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku dewlet li ser înkarkirina kurdan polîtîkayê dimeşîne û wiha got: “Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd, demokrasi û azadiyan e. Aktorê herî girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd jî Birêz Ocalan e.”   * Mecît Yildirim di nava qetlîam, îşkence, girtin, zext û polîtîkayên koçberiyê de mezin dibe. Ew li dijî neheqiyên li ser malbata xwe dibe parêzer. Yildirim dibêje ji bo hem li hesabê îşkenceyê bipirse û hem jî tu kes bi wan zextan re rûbirû nemîne li Îzmîrê bûye namzet.    * Endama Meclisa HDP’ê Aylîn Hacaloglû diyar kir ku di lîsteyên hilbijartinê de Partiya Çepên kesk herî zêde cih daye jinan û wiha got: “Jin wê vê sedsalê biguherînin. Em ê aştiyeke bi rûmet bi perspektîfeke demokratîk, wekhev û azadîparêz ava bikin”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 756'emîn de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk dêl i gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam bike. (11.00-20.00)   * Li navçeya Samandagê ya Hatayê dê li dijî kavilên li jîngehan tên valakirin meş bê lidarxistin. Li Enqereyê jî dê daxuyaniya piştevaniyê bê dayîn. (13.00, 15.00)   * Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li navçeyên Siwêreg û Cûrnê Reş û Dîlokê, bi beşdariya Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrrahîm Akin û Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk li navçeya Qubînê, li navenda Êlihê û navçeya Bismilê ya Amedê, bi beşdariya Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş li Bedlîsê, li navçeyên Tetwan û Xîzanê dê hevdîtinên gel pêk bînin û buroyên hilbijartinê vekin. (11.00, 13.30, 16.30, 14.00, 15.00, 16.00, 11.00, 12.00, 17.00) ZINDÎ