Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin 2023-04-17 12:20:31   NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM'ê ragihand ku helîkopterek wan li bakurê Sûriyeyê li serçeteyekî DAIŞ'ê xistiye û hatiye kuştin.    Di daxuyaniya Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYA'yê (CENTCOM) de hate ragihandin ku bi helîkopteran li qadeke bakurê Sûriyeyê hatiye danîn û li serçeteyekî DAIŞ'ê hatiye xistin ku ji êrişên li Ewropa û Rojhilata Navîn berpirsyar bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, serçeteyê DAIŞ'ê "dibe ku hatibe kuştin."   CENTCOM'ê diyar kir ku di operasyonê de 'du kesên din ên bi çek' hatine kuştin û li ser nasnameya kesên hatin kuştin agahî nehate dayin. Li gorî daxuyaniyê, di dema operasyonê de tiştek bi sivîlan an jî leşkerên Amerîkî nehatiye.   Li gorî nûçeya AFP'ê, operasyon li herêma Suveyda pêk hat û 'komeke Tirk a li herêmê ragihand ku 2 çekdarên wan di bûyerê de hatine kuştin'.   Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, diyar kir ku di dema operasyonê de "şerekî giran" qewimî û bombe li avahiyekê hate barandin ku endamê DAIŞ'ê lê bû. Saziyê diyar kir ku DAIŞ'î û du kesên bi çek hatine kuştin.   Di destpêka meha nîsanê de artêşa Amerîkayê diyar kiribû ku Halîd Ayd Ahmed El Cûbûrî yê DAIŞ'î ku ji êrişên li Ewropayê berpirsyar bû, hatiye kuştin.   Di cotmeha 2019'an de jî serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Bekir El Bagdadî li herêmeke di bin kontrola Tirkiyeyê de bi operasyona Amerîkayê hatibû kuştin.