Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin 2023-04-17 12:40:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê şewba sorikê belav bûye û heta niha 77 zarokan jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku zêdetirî 9 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine.    Nexweşiya sorikê ku bi derzî dikare pêşî lê were girtin, li Yemenê derket asta şewbê. Ji destpêka sala 2023’yan heta niha li Yemenê zêdetirî 9 hezar kes bi nexweşiya sorikê ketin û ji van 77 zarokan jiyana xwe ji dest dan.    Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî Yemenê hin dane parve kir û got ku ji destpêka îsal heta niha 9 hezar û 418 bûyerên sorikê hatine tespîtkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka sala 2023’yan heta niha 77 zarokan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.    Hat destnîşankirin ku li gel nexweşiya sorikê, her wiha mirinên ji ber nexweşiyên weke dîfteriyê jî zêde dibin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî di daxuyaniya xwe ya di 19’ê adarê de ji bo bûyerên sorik û felca zarokan ên li Yemenê hişyarî dabû. Di heman demê de ji ber şerê navxweyî yê li welêt, di sektora tenduristiyê de pirsgirêkên pir cidî yên ekîpmanên tibbî heye.    Her wiha Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’yê jî da zanîn ku ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê, ji sedî 73’yê (nêzî 23,4 milyon kes) gel neçarî alîkariya mirovî bûye. Her wiha 4,3 milyon kes jî ji cih û warên xwe hatin kirin.