‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’ 2023-04-17 15:24:32   ENQERE - Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê diyar kir ku li Samandagê xebatên rakirina kavilan bêyî tevdîr bên girtin tên meşandin û xwest ku ev xebat bên sekinandin.    Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê têkildarî xebatên rakirina kavilan ên li herêmên erdhejê, li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Absestê bidin sekinandin, jiyanê biparêzin” hatibû vekirin. Daxuyanî ji hêla endamê Navenda Koordînasyona Platformê Fatîn Kanat ve hate xwendin.    ‘KARESAT HÊJTA DIDOME’   Kanat, diyar kir ku ji ber pergala rizî karesatan dijîn û wiha got: “Di 6’ê sibatê erdhej çêbûn. Ji ber pergala rizî em bi karesatekê re rû bi rû man û ev karesat hêjta didome. Me hêj miriyên xwe ji bin kavilan dernexistibûn ku xebatên rakirina kavilan dan destpêkirin. Me hêj birînên xwe derman nekiribûn ku em bi karesatên nû re rû bi rû hiştin. Li Samandagê kavilan dirêjin rex konbajaran û qadên jiyanê. Ev kavilên tên rijandin jî rê li ber karesateke nû vedikin. Absesta ku ji ber van kavilan belav dibe, ne tenê li ser jiyana mirovan lê li ser jiyana hemû zindiyên herêmê xetere ye. Mexdûrên erdhejê yên bertek nîşan didin jî bi darê zorê ji herêmê tên dûrxistin.”    ‘BILA XEBATÊN RAKIRINA KAVILAN BÊN SEKINANDIN’   Herî dawî jî Kanat ev tişt anî ziman: “Dê piştevaniya me ya bi mexdûrên erdhejê re bidome. Xebatên rakirina kavilan bêyî tevdîran tên domandin. Lewma divê ev xebat tavilê bên sekinandin. Em dibêjin ku divê van xebatan li ser erêkirina ode û saziyên avahîsazî, endezyarên înşaetê, tenduristî, bajar û hawirdorê bidomînin. Em bi xelkê xwe yê Samandag û herêmê re ne. Em kesên Nobeta Jiyanê didomînin silav dikin.”