YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da 2023-04-17 15:53:02   NAVENDA NÛÇEYAN - YNK’ê têkildarî hilbijartinên li Kerkûkê daxuyanî da û diyar kir ku wan ji bo kurd di yek lîsteyê de bikevin hilbijartinan bang kirine lê PDK’ê heta niha jî bersiv nedaye wan.    Berpirsyarê Polîbûroya Kerkûkê yê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Rewend Mela Mehmûd ji bo medyaya YNK’ê axivî û got ku ew dixwazin kurd bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinên parlamento û meclisa bajar ên Kerkûkê.    Bi domdarî Mehmûd anî ziman ku dê weke YNK’ê di rojên pêş de bi partiyên siyasî û aliyên kurd re bên ba hev lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo vê yekê heta niha jî tu gav neavêtine.    Herî dawî jî Rewend ev tişt anî ziman: “Heke hemû kurd bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinan, dê kurd rêjeya dengan a herî bilind bi dest bixin û gelemperiya kursiyan bi dest bixin.”