Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin 2023-04-17 16:22:13 ENQERE - Siyasetmedarên kurd Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ev peyam dan: “Em, rêya demokrasî û azadiyê bi Partiya Çepên Kesk ava dikin.”    Siyasetmedarên kurd Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê name nivîsandin. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku dê rêya demokrasî û azadiyê bi Partiya Çepên Kesk were avakirin.    ATA: EM NAVNÎŞANA HÊVIYÊ NE   Ata, di nameya xwe de diyar kir ku divê îdiaya guherîn û veguherînê were mezinkirin û bandora xwe li sindoqan bike. Bi domdarî Ata ev tişt anî ziman: “Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî ji mehekê kêmtir ma. Ji bo pergaleke wekhev, azad, adilane û demokratîk, her dengê hûn bi kar tînin pir girîng e. Em dizanin ku êdî dema wê hatiye. Em ê nerazîbûna xwe ya li dijî her tiştê ku em dibêjin qirêjî bûye, xera bûye û nebaş bûye dê bi dengên xwe nîşan bidin. Fikarên me yên têkildarî ewlehiya sindoqan bêbingeh nîninn. Divê çiqas tişt ji destê me bê em hêj bêhtir bikin. Sindo li benda me ne. Navnîşana hêviyê, Partiya Çepên Kesk e.”     TUNCEL: ÊDÎ BES E   Tuncel jî di nameya xwe de wiha got: “Marên ku kevilê xwe neguherînin neçarî tunebûnê ne. Zîhniyet û îktîdarên ku xwe neguherînin jî neçarî têkbirinê ne. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo jiyaneke demokratîk, azadîxwaz, adilane û aştiyane ya Tirkiyeyê dê bibe destpêkek. Di 14’ê Gulanê de dê îradeya gel rê li ber guherînê veke. Banga me ji bo her kesê ku li hemberî rewşa heyî dibêje ‘Êdî bes e’ ew e ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Em, rêya demokrasî û azadiyê bi Partiya Çepên Kesk ava dikin.”