Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin 2023-04-17 18:19:30   HATAY - Partiya Çepên Kesk li taxa Bûlûttepe ya Hatayê û taxa Çekmece ya navçeya Defneyê bi gel re hat ba hev û ji bo pirsîna hesabê erdheja 6’ê Sibatê bang kir.    Partiya Çepên Kesk, li gelek navendên Hatayê kolan bi kolan, kon bi kon digere û xebata xwe ya ji bo hilbijartinan dewam dike. Partiya Çepên Kesk, li taxa Çekmece ya navçeya Defne ya Hatayê, bi gel re civiya. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), SYKP û Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP) û namzetên Partiya Çepên Kesk a Hatayê Kerem Nalbant, Şîrîn Nûr Vûral û Semîh Aksakal tev li civînê bûn.    Namzet Şîrîn Nûr Vûralê bal kişand ser hilbijartinê û wiha got: "Vê erdhejê nîşanê me da ku tu qîmeta mirovan nîn e. Dem dema hesabê pirsînê ye. Em ê ji AKP’ê rizgar bibin. Werin em ji bo siberoja xwe 14'ê Gulanê biçin ser sindoqan."   Namzet Kerem Nalbant jî bal kişand ser erdhejê û got: "Em ê 14'ê Gulanê hesab bipirsin. Me armanc ew e ku 100 parlamenter biçin parlamentoyê û bibin hêviya gelan. Em dibêjin êdî bes e, mafê gotinê, yê gel e. Em ê bi hev re bi ser bikevin."    Endama Meclîsa Tenduristiyê ya HDP'ê Leyla Kalinê jî da zanîn ku niha jî gengeşiyeke mezin heye û wiha axivî: "Helwesta ku ji bo derxistina cenazeyan nehatiye dayîn niha ji bo rakirina kavilan tê dayîn. Ev, hewila veşartinê ye. Bi hezaran welatî li konbajar û konteyniran hatine bicihkirin. Daşir û şûştina ser, pirsgirêk in. Pirsgirêk hêj çareser nebûne. Em ê 14’ê Gulanê desthilata siyasî biavêjin ser sergo.“