Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin! 2023-04-18 09:01:40   ŞIRNEX - Dê û bavên hemşîre Dîcle Nazê ku li malê bi awayekî mirî hatibû dîtin, anîn ziman ku ew yeqîn nakin ku keça wan xwe kuştibe û wiha gotin: "Yekî jê re gotiye, 'min serê sêyan jê kiriye', tu yê jî bibî ya çaran. Em yeqîn nakin, keça me xwe nekuştiye."    Hemşîre Dîcle Naz a 27 salî ku ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû û li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sakarya Korucukê li Beşa Psîkiyatriyê dixebitî. Naz, di 13'ê nîsanê de li mala xwe mirî hatibû dîtin. Malbata Nazê diyar dike ku ew yeqîn nakin ku keça wan xwe kuştibe. Her wiha Rêveberiya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sakarya Korucûkê der barê mijarê de tu daxuyanî belav nekiriye û sersaxî ji malbata Nazê re nexwestiye.    Dê û bavên hemşîre Dîcle Nazê derpêş kirine ku keça wan hatiye kuştin û xwestin bûyer bê zelalkirin.    'XWE NEKUŞTIYE, HATIYE KUŞTIN'   Bav Abdulazîz Naz anî ziman ku tu pirsgirêkên keça wî nebûne û got ku bûyer bi zanebûnî nayê zelalkirin û wiha got: "Ji ber ku derfetê min nebû ez neçûm cenazeyê keça xwe. Lê hevalên wê yê ku çûne mala wê gotin, 'deriyê wê miftekirî bûye.' Êvarê saet di 6'an de ji nexweşxaneyê derketiye. Hevala wê jê re gotiye, 'ez ê biçim malê xwarinê çêbikim, were şîvê.' Wê jî gotiye, 'Temam ez ê kincên xwe biguherînim û bêm.'  Lê piştre nevegeriyaye. Hevala wê mereq kiriye û telefonî wê kiriye, lê wê telefon venekiriye. Piştre çûye mala wê. Li deriyê wê xistiye, keça min derî venekiriye. Hevala wê tirsyaye û telefonî polîsan kiriye. Polîs hatine û deriyê malê şikandine û ketine hundir. Gava ketine hundir dîtine ku ew li pişt derî dirêj kiriye. Kincên xwe meguherandine. Ev bûyer di navbera saetekê de çêbûye."    Abdulazîz Naz   Bav Naz bilêv kir ku ger dewletê bixwesta dê bûyerê di nava saetekê de eşkere bikira û wiha domand: "Ev ne karê 5-6 saetan e. Heke dewlet bixwaze dikare tişta ku hatiye serê keça min di saetekê de ronî bike. Heke dewlet nexwaze ji xwe bûyer dernakeve holê. Ez 10 parezeran jî bigirim dernaxînin. Hevaleka wê ji me re got, 'Li beşa ku ew lê dimîne kesekî ku tedawî dibe, jê re gotiye 'min sê heb serjê kirine ez ê te jî serjê bikim tu dê bibî ya çaran.' Digotin ev kes jî di nexweşxaneyê de ye. Heke gefeke wiha li keça min hatibe xwarin, çawa dibe ku rêveberiya nexweşxaneyê pêşiya vê negirtiye û ew kes nedane girtin û zincîr nekirine? Aqilê min ji vê bûyerê nagire. Ji ber ku miroveke xwe bikuje, xwe bi vê rêbazê nakuje. Heta niha me nedîtiye kesên xwestine xwe bikujin, xwe serjê bikin. Heke keça min xwestibe xwe bikuje, dê bi çekê xwe bikuşta, yan jî xwe bi cihekî ve daliqanda. Yan jî xwe bixendiqanda. Ez bawer nakim ku keça min xwe kuştibe. Yê ku keça min kuştiye jî, dema ku keça min derî vekiriye li pey wê çûye. Ji ber ku keça min neçûye hûndirê malê. Heta ku pêşmalka xwe jî neguherandiye. Çawa derî qufil kiriye û ew kuştiye nizanim."    'ÇIMA NAYÊ EŞKEREKIRIN?'   Bav Naz bi lêv kir ku dewlet naxwaze bûyerê eşkere bike û wiha domand: "Wele dewlet bixwaze dikare di nava 24 saetan de wî kesî bibîne. Ew bi kêra maketê kuştiye. Piştî ku ji nexweşxaneyê hatiye deh deqîqe jî di ser re derbas nebûye, ew kuştiye. Em dixwazin ev bûyer aşkere bibe. Ez niha biçim sûkê dewlet dê bizanibe ku ez li ku me. Çawa nikare vê bûyerê aşkere bike? Li derdora avahiyê kamera hene. Çawa nizanin kî ketiye mala keça min? Em ê dev jê bernedin. Heta ev bûyere neyê aşkerekirin, em ê nesekînin."   Dayik Meryem Nazê jî bilêv kir ku ew bawer nakin ku keça wan xwe kuştibe û ev tişt anî ziman: "Keça min ji wir hez dikir û 2 sal bûn li wir dixebitî. Kê ev tişt anîbe serê wê û ew kuştiye ez nizanim. Cenazeyê wê li ber deriyê malê dîtine. Tu pirsgirêkên keça min nebûn. Em dixwazin ev bûyer bê ronîkirin."    Meryem Nazê   MA / Zeynep Durgut