Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye 2023-04-18 09:02:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Di îdianameya rojnamevan Lezgîn Akdenîz de, behsa nûçeyeke der barê Hozan Hemîdo de hatiye kirin. Di îdianameyê de ji bo Hozan Hemîdo ku JÎTEM'ê ew qetil kiriye, hatiye gotin ku "Ev kesê ku PKK qîmetê dide wî, stran ji bo rêxistinê çêkirine."    Îdianameya der barê rojnamevan Lezgîn Akdenîz de ku di 8'ê hezîrana 2022'yan de li Amedê hatibû binçavkirin û di 16'ê hezîranê de hatibû girtin, hat qebûlkirin. Akdenîz dê tevî 14 jê girtî 17 hevpîşeyên xwe di 11'ê Tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger. Di îdianameyê de bernameyên ku rojnamevanan çêkirine, hevdîtinên wan ên bi mêvanên bernameyan re û hevpeyvînên wan wekî hincet hatine nîşandan û bi “endamtiya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.   Di îdianameya der barê Akdenîz de, xebat, bername  nûçeyên ji şîrketa çêker wekî sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku "ji şîrketên çêker ên navendên çapemeniya rêxistinê yên li derveyî welêt", tu talîmat ji Akdenîz re nehatine. Lê belê hemû bername û nûçeyên Şîrketa Ariyê ku Akdenîz wekî kamerevan lê dixebite, sûc hatine hesibandin.    Di îdianameyê de hevdîtinên bi rêya telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan re sûc hatine hesibandin.   Her wiha di îdianameyê de beşdariya Akdenîz a li salvegera mirinê Mûsa Anter (20'ê Îlona 2019'an) sûc hatiye hesbaindin û hatiye gotin ku di vê daxuyaniyê de wêne hilgirtiye.    Ji xeynî vê, nûçeyeke Akdenîz a der barê girtiyekî ku di 8'ê adara 2019'an de di greva birçîbûnê de bûye; hevpeyvîna ku di 5'ê sibata 2019'an de bi dayika girtiyekî di greva birçîbûnê de û nûçeya wî ya der barê texrîbkirina Baxçeyên Hewselê de sûc hatine hesibandin.    HOZAN HEMÎDO SÛC HATIYE HESIBANDIN   Di îdianameyê de ji bo bernameya "Bîr" ku Akdenîz ew çêkiriye, hatiye îdiakirin ku "têkildarî bûyerên di salên 1990'î de, çîrokên jiyana kesên girêdayî rêxistinê hatine çêkirin." Her wiha hevdîtina bi rêya telefonê ya ji bo jiyana Hamît Gezgîncî (Hozan Hemîdo) jî ku di sala 1993'yan de li Qosera Mêrdînê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate qetilkirin, di îdianameyê de cih girtiye. Di îdianameyê de ji bo Hozan Hemîdo hatiye gotin ku "ev kesê ku PKK qîmetê dide wî, stran ji bo rêxistinê çêkirine."   Beyanên şahidên veşarî û wêneyên wî yên nûçeyan jî sûc hatine hesibandin. Beyanên şahidê veşarî "CV23TY45UP78" ku di heman demê de şahidê veşarî yê doza betalkirina alîkariya xezîneyê ya HDP'ê ye jî, di îdianameyê weke "delîl" hatin bicihkirin.    MA / Azad Altay