Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê 2023-04-18 09:53:48   SEMSÛR - Maxdûrê erdhejê Emîn Durmaz ku li navenda Semsûrê di konbajar de dijî bi lêv kir ku bi rojan alîkariya wan nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: "Ez bi xwe heqê xwe helal nakim. Lê me wan li ser serê xwe mezin kir, heke me deng nedana wisa nedibû. Êdî divê kes dengê xwe nede desthilatê."   Yek jî bajarên ku herî zêde erdhejê tesîr li serê kir jî Semsûrê bû. Di encama erdhejê de hezar û 485 avahî hilweşiyan û li gor daneyên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Lê tevî ku 2 meh zêdetir li ser kareseta erdhejê re derbasbûn jî Semsûr hê jî di bin bandora erdhejê de ye û gelek maxdurên erdhejê di konbajaran de di şert û mercên zahmet de dijîn. Maxdurên erdhejê yên Semsûrê ku bi rojan li benda alîkariyê bûn lê alîkariya wan nehat kirin, li dijî hikûmetê bertek in.    Yek jî ji wan maxdûrên erdhejê Emîn Durmaz ku li navenda Semsûrê di konbajar de dimîne bi bîr dixe ku ji ber ku mudaxileya erdhejê dereng hatiye kirin ewqas kesan jiyana xwe ji dest dane û got: "Dibêjin heqê xwe helal bikin lê ez heqê xwe helal nakim û ez ê deng nadim desthilatê.”    6 MERIV DI EREBEYEKÎ DE MANE   Dumaz anî ziman ku dema erdhejê ji ber qutbûna şebekeyên telefonan 3 rojan nikaribûye xwe bigihîne tu cihekî û ew 6 ferdên malbatê cihek lê bimînin nebû û ew 6 ferd di erebeyê de mane.    'ME DEWLET NEDÎT'   Durmaz diyar kir ku li Semsûrê piştî erdhejê bi çend rojan mudaxileyî erdhejê nehatiye kirin û wiha got: "Ji Rihayê û Amedê gel hat alîkariya me lê heta 10 rojan me dewlet nedît hê jî me nedîtiye. Hemû bajar di nava kavilan de mabû, di bin hemû kavîian de jî cenaze hebûn. Keçika xalê min roja 5'an peyam ji me re şand got ez di bin kavilê de me. Lê tu kes tunebû ku di bin kavilan de wê derxîne. Me li Semsûrê ne AFAD ne jî tu kesek nedît. Dibêjinê rê hatine girtin lê balafîrên dewletê hene nikarin bi balafîran werin, welatiyên sivîl dikarin werin çima ew nikarin werin. 28 xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Heke mudaxileya li erdhejê zû bihata kirin ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Yên ku hatibûn jî ecemî bûn. Nizanibûn kavilan rakin.”    'EM 5 ROJAN LI DERVE MAN’    Durmaz bi lêv kir ku ew 6 rojan ji ber tunebûna konan li derva mane û got: "Em 6 rojan li derva bûn. Me ne kon ne tiştek nedît. roja 6'an bi rezîlî me konek peyda kir. Em 9 kes di konekî de diman. Me çerezan zikê xwe têr dikir. Derve sarbû lê em neçar bûn cihekî ku em biçin tunebû. 2 meh in em di konan de ne. Em ketin konan jî me tu dewletê û alîkariya wê nedît. Xêrxwaz û rêxistinên sivîl alîkariya me dikin. Hewcedariya me bi xaniyan heye.”    'BILA BIÇE JI QURBANIYAN HELALIYÊ BIXWAZE’    Dûrmaz bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomar Tayyîp Erdogan ku ji xelkê Semsûrê re gotibû, “Heqê xwe helal bikin” û wiha bertek nîşan da: "Ew çawa li me binêrin em ê jî di hilbijartinê de wisa li wan binêrin. Heke ew me nebînin em jî wan nebînin. Dibêjin heqê xwe helal bikin, bila biçin goristanê helalîye bixwazin, bila yên di gorê de rakin û helaliyê ji wan bixwazin. Ez bi xwe heqê xwe helal nakim. Ez bi xwe heqê xwe helal nakim. Lê me wan li ser serê xwe mezin kir, heke me deng nedana wisa nedibû. Êdî divê kes dengê xwe nede desthilatê Edî dilê me naxwazê ku em biçin nava bajêr. Bajarê me xera bûye.”    MA / Mahmût Altintaş