Salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê li rojnameger Guleş hate birîn 2023-04-18 14:06:10   AMED - Cezayê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li rojnameger Mehmet Guleş hatibû birîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin. Li ser vê yekê Guleş dîsa hate darizandin û salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê lê hate birîn.    Bi sedema parvekirinên li ser medyaya civakî, derheqê rojnameger Mehmet Guleş de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn. Lê ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin û pêvajoya darizandina Guleş dîsa dest pê kir. Danişîna duyemîn a dozê hate lidarxistin.    Piştî ku Dadgeha Bilind ji bo sûcê “propagandaya rêxistinê” mafê îtîrazê da; cezayê ku ji hêla 2’yemîn dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê ve hatiye dayîn û ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Dîlokê ve hatibû erêkirin, ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve bi sedema cezayê hatiye dayîn “bêrêje” ye hate xerakirin. Li ser vê yekê doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê dîsa hate lidarxistin. Danişîna ewil ji ber erdhejê hatibû taloqkirin û niha jî duyemîn danişîna dozê hate lidarxistin. Guleş û parêzerê wî Resûl Temûr li Edliyeya Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    DOZGER CEZAYÊ HEFSÊ XWEST   Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” xwest ku cezayê hefsê li rojnameger Guleş were birîn.    ‘MAFÊ AZADIYA FIKR Û XWEÎFADEKIRINÊ YE’   Rojnameger Guleş jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û got ku di dema behsa xeberê de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dixebitî û parvekirinên wî jî naverokên nûçeyên ajansê ne. Guleş, diyar kir ku ev parvekirinên wî xebatên rojnamegeriyê ne û da zanîn ku birîna ceza ya bi vê sedemê tê wateya binpêkirina mafê azadiya fikr û xweîfadekirinê û daxwaza beraeta xwe kir.    ‘SÎNORÊ AGAHÎDAYÎNÊ NEHATE DERBASKIRIN’   Parêzer Resûl Temûr jî got ku wêneyên bûne mijara tawanbariyan, pêveka naveroka nûçeyan e û wiha got: “Her wiha parçeyeke bivê nevê ya nûçeyan e. Dema nûçe hate parvekirin jî ev naverok bi awayekî otomatîk tên parvekirin. Parvekirinên bûne mijara îddianameyê, nûçeyên aydê ajansê ne û yek ji hêmanên bingehîn ên azadiya çapemeniyê jî parvekirina nûçeyê ye. Divê ji ber parvekirina nûçeyan, ceza neyê dayîn. Li qanûnên heyî, îfadeya ‘daxuyaniyên têkildarî vegotina fikr û raman ên sînorê nûçeyan derbas nakin û bi mebesta rexneyê tên kirin, sûc nînin.’ Miwekîlê min jî di parvekirinên xwe de ev sînor derbas nekiriye. Miwekîlê min rojnameger e û nûçeyên jê tê darizandin jî dikevin çarçoveya xebatên rojnamegeriyê. Lewma divê neyê cezakirin û beraeta wî dixwazim.”    CEZAYÊ HEFSÊ    Dadgehê, cezayê berê daxist û salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê da rojnameger Guleş.