Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin 2023-04-18 15:10:08   AMED - Şaredariya Peyasê di bin rêveberiya qeyûm de ye û di îhaleya îhaleya mucurê de nelirêtiyeke mezin hatiye kirin. Li gorî agahiyan, kamyonên mucurbarkirî gelek caran hatine kêşandin, mucura li rêyan nehatiye rêtin weke ku hatibin rêtin hatiye nîşandan û fatûre hatine birîn. Ji ber nelirêtiyê, Midûrê Karên Fenê ji peywirê hate dûrxistin.    Derket holê ku di îhaleya mucurê ya Şaredariya Peyas a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de 20 milyon TL nelirêtî hatiye kirin. Qeyûmê Şaredariya Peyasê û qeymeqam Arîf Karaman piştî li şaredariyê hate tayînkirin, hevbajariyê xwe Anil Alper anî Amedê û kir Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Peyasê. Li gorî agahiyên li ser çapemeniyê hatine parvekirin; Alper û komeke xebatkarên şaredariyê di îhaleya mucurê de (weke amûreke çêkirina rêyan tê bikaranîn) şaredarî 20 milyon TL şêlandine.    QEYÛM JI BO HEVBAJARIYÊ XWE KETE DEWRÊ   Derket holê ku kamyoneke mucurê gelek caran hatiye kêşandin, mucura ku li rêyan nehatiye rêtin jî weke ku hatibe rêtin hatiye nîşandan û fatûre jî li gorî vê hatine amadekirin. Li ser van îdiayan, cîgirê serokê şaredariyê yê ji karên fenê berpirsyar dest bi lêkolînê kir û tespît kir ku 12 milyon û 320 hezar TL nelirêtî hatiye kirin. Li gorî daneyên ewil ên lêkolînê; bi bihayê 20 milyon TL’an nelirêtî hatiye tespîtkirin. Hat ragihand ku tevî rapora cîgirê serokê şaredariyê jî, qeyûmê Şaredariya Peyasê Arîf Karaman dest neda hevbajariyê xwe Anil Alper.    TEVAHIYA SÛC XISTIN STÛYÊ 3 KARKERAN   Qeyûm Arîf Karaman, hewl da tevahiya sûcê nelirêtiyê têxe stûyê 3 karkeran ku ji nelirêtiya heyî parekî pir biçûk girtine. Piştî ku nelirêtiya hatiye kirin derket asteke wisa ku nema dikare were veşartin, Anil Alper ê ji Trabzonê hatî Amedê û bûye Midûrê Karên Fenê ya Şaredariya Peyasê ji peywirê hate dûrxistin.    JI PEYWIRÊ HATE GIRTIN   Li şûna Anil Alper ku di heman demê de Midûrê Xizmetên Piştevaniyê ya Şaredariya Peyasê bû, Cîhad Kayhan hate tayînkirin.   HEM DOZGER HEM JÎ WEZÎR BÊDENG E   Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî îdiayên nelirêtiyê heta niha jî dengê xwe nekiriye û hat zanîn ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê jî têkildarî nelirêtiyê tu lêpirsîna îdarî nedaye destpêkirin.