Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê qetilkirina Turelî şermezar kir 2023-04-18 16:07:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê qetilkirina karsaz Huseyîn Turelî şermezar kir û bang li rayedaran kir ku pêşî li van bûyerên kuştinê bigirin.    Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li bajarê Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê têkildarî qetilkirina karsaz û welatparêzê ji bakurê Kurdistanê Huseyîn Turelî daxuyaniyek da. Turelî duh saet di 20:30'an de li Famîly Mallê di êrişek çekdarî de hatibû qetilkirin.   Di daxuyaniyê de endamê Nûnertiya HDP'a Hewlêrê Nasir Yagiz axivî û destnîşan kir ku siyasetmedarên HDP’ê ji ber zextên AKP û MHP’ê neçar dimînin ji bakurê Kurdistanê derbikevin û berê xwe bidin başûrê Kurdistanê, lê êrişên rêxistina îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) bi hevkariya hin hêzên herêmê li ser siyasetmedaran zêde bûne.   Yagiz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bi taybetî di sala 2021’ê de êriş zêde bûn û li Silêmaniyeyê Yasîn Bûlût, Zekî Çelebî, Nagihan Akarsel û mamosta Şemal hatin şehîdxistin.   Hê jî kujerên Huseyîn Turelî nehatine girtin, beriya bûyerê jî Hûseyîn Turelî rastî êrişek çekdarî hatibû û birîndar bibû. Ev êrişên MÎT'ê ji bo gef û tinekirina kesayetên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, ên li Başûrê Kurdistanê niştecih bûne, tên kirin. Kesê ku Huseyîn Turelî şehîd xist, endamê AKP û MHP'ê ye.   Em bi tundî êrişa hovane şermezar dikin, divê aliyên peywendîdar ên Duhokê kujer bibînin, nehêlin bireve û bigrin."