Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin 2023-04-18 16:11:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran serdana dikandar û xelkê kirin û diyar kirin ku ew ê vê pergalê biguherînin.    Namzetên Partiya Çepên Kesk li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi coş û enerjiyek zêde xebatên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê îro jî domandin.    ANTALYA   Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê bi xebatkarên çapemeniyê yên li bajêr re civiyan. Civîn li hotêlek Konyaaltiyê pêk hat û gelek rojnamevan tev li bûn.    Namzeta parlamenteriyê ya Antalyayê Canan Çalagan diyar kir ku taymendiya wan ji partiyên din cuda dike ew e ku partiya wan partiya jinan e û namzetên partiya wan ji kolanan, ji qadên têkoşînê hatine û ew bang li hemû kesî dikin ku piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin.    ‘GELO EM Ê DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASIYÊ YAN BIDIN REJÎMÊ?’   Namzetê parlamenteriyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku ev hilbijartin ji bo civakê hilbijartina “biryar” û “çarenûsê” ye û got: “Divê em baş biryara xwe bidin, gelo ka em ê dengê xwe bidin demokrasiyê yan jî rejîma yek zilamî? Em wisa bi bawerin ku wê hilbijrênên me ji vê rejîma yek zilamî hesab bipirsin.”    Piştî axaftinên destpêkê, namzetan pirsên rojnamevanan bersivandin.    AMED   Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê jî li navçeyên navendî yên Amedê; Sûr, Rezan, Bajarê Nû û Peyasê serdana dikandaran û gel kirin. Namzetan belavokên vexwendina şahiya HDP’êy a êvarê dê li navçeya Peyasê bê lidarxistin belav kirin û xelkê vexwendin şahiyê.    Namzet Cengîz Çandar û şandeya pê re li Cadeya Doktor Sitki Gural serdana dikandaran û xelkê kirin. Xelkê bi coşek mezin şandeyê pêşwazî kir.    ÇANDAR: EM BI HEV RE BIGUHERÎNIN    Esnafan da zanîn ku ew ji ber polîtîkayên îktidarê yên aboriyê êdî bêzar bûne û zehmetiyan dikişînin. Namzet Cengîz Çandar ê rojnamevan jî bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û ev axaftin xelkê kêfxweş kir. Çandar destnîşan kir ku ew ê guhertin û veguhertinê bi hev re pêk bînin.    Du welatiyên ku dê di 14’ê Gulanê de daweta xwe bikin, şandeyê silav kirin û gotin, “em wî biqelibînin û du cejnan pîroz bikin.”    BAJARÊ NÛ   Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û namzet parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç û şandeya pê re jî li navçeya Bajarê Nû serdana dikandaran û welatiyan kirin û belavokan li wan belav kirin. Welatiyên ku bi kêfxweşî şandeyê pêşwazî kirin gotin, “Em ê div ê hilbijartinê de bi ser bikevin, serkeftin a me ye.”      SÛR   Namzetên Amedê Adalet Kaya û Mehmet Emîn Aktar û şandeya li gel wan jî li navçeya Sûrê serdana dikandaran kirin. Namzet ji hêla welatiyan ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. Aktar û Kaya li pirsgirêkên dikandaran û welatiyan guhdar kirin û ji bo çareseriyê xwestin her kes piştgiriya wan bike. Namzetan belavokan li dikandaran û welatiyan belav kirin.      Dikandaran ji namzetan re dan zanîn ku partiya wan Partiya Çepên Kesk e û ew ji bilî partiyê dengê xwe nadin tu partiyê.    Namzetan ji dikandaran re destnîşan kir ku ew ê bi piştgiriya xelkê xwe dawî li vê pergala ku xizaniyê bi ser gel de aniye bînin û gotin: “Em ê piştî hilbijartinê vê carê ji bo serkeftinê pîroz bikin werin serdana we.”