Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê 2023-04-19 09:46:29   ENQERE - Namzetê herêma duyemîn a Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Îhsan Seylan diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li 10 Ekîm-Der û ÎHD’ê li meclisê bidomîne û wiha got: “Em li pey rihetiyê nînin. Kolan û meclis qadên têkoşînê ne. Em ê gotin û daxwazên gel bixin rojeva meclisê.”    Ji bo hilbijartinên serokkomarî û giştî yên 14’ê Gulanê çendek roj mane. Xebatên Partiya Çepên Kesk ên hilbijartinê jî bênavber didomin. Yek ji bajarên ku encamên hilbijartinê lê herî zêde tên mereqkirin jî Enqere ye. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand ku dê di vê hilbijartinê de li welêt 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr dengê xwe bidin. Di hilbijartinên giştî yên 2018’an de li herêma duyemîn a Enqereyê milyonek û 185 hezar û 218 kesan deng da û di van hilbijartinan de jî li seranserî Enqereyê dê 12 hezar û 251 sindoq bên danîn û bi giştî 4 milyon û 280 hezar û 941 hilbijêr dengê xwe bidin.    Partiya Çepên Kesk, Îhsan Seylan li herêma 2’yemîn a Enqereyê weke namzetê parlamenteriyê nîşan dan.    Îhsan Seylan   ÎHSAN SEYLAN KÎ YE?   Seylan, li navçeya Tatos a Erziromê ji dayik bû û li zanîngeha Enqereyê û Zanîngeha Anatoliya ya Eskîşehîrê xwend. Seylan, têkildarî kurd, elewî, bindestan û qadên binpêkirinên mafan xebat kirin. Her wiha produktorî û derhêneriya belgefîlma Qîra Enqereyê kir ku kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de hatine qetilkirin vedibêje. Seylan, di rêveberiya damezirîner a Komeleya Aştî Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) de bû hevserok û her wiha di serî de Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, têkildarî pirsgirêkên gel, bawerî û civakî de di nava rêxistinên civaka sivîl de xebat meşandin.  Di pêvajoya hilbijartinê de Seylan ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê veqetiya û lê hêj jî li 10 Ekîm-Derê rêveber e. Seylan, li herêma 2’yemîn a Enqereyê bû namzetê parlamenteriyê. Seylan, têkildarî Komkujiya 10’ê Cotmehê li serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû doz vekir û dibêje ku dê hesaba 10’ê Cotmehê li meclisê bipirse.    ‘HÊJ JÎ HÊVÎ HEYE’   Seylan, anî ziman ku li seranserî zilm, êş û faşîzm zêde dibe û ev yek jî bi xwe re gelek binpêkirinên mafan tîne. Seylan, wiha domand: “Di 10’ê Cotmehê de 103 kes hatin kuştin û nêzî 500 birîndar hene. Gelo ma ev mijar di rojeva Tirkiyeyê de ye? Vaye bi ser re 90 meh derbas bûn. Tenê têkoşîna malbat û rêxistinên civaka sivîl heye. Me xwest di têkoşîna wan a edaletê de bi wan re bin. Li hêla din jî em kirdeyên mijarê ne lewma li wir in. Li ÎHD’ê em dibînin ku di qada mafên mirovan de pirsgirêk hene. Her roj êş, bêhiqûqtî, zext û îşkence hene. Li gorî min kesên xwedî wijdan wisa hîs dikin û têdikoşin. Dema em malbateke dilbiêş dibînin, cih girtina li cem wan ne vebijêrkek lê neçariyeke. Berpirsyartiyeke wijdanî ye. Jiyan, qadeke têkoşînê ye. Têkoşîneke mezin heye û ji bo ku wê têkoşînê li van qadan jî bidomînin em ketin rêyeke wiha. Hêvîdarim ku em têkoşînê veguhêzin qadên hîn baştir. Daxwaza me ew e ku cîhaneke ku hemû kes ziman û çanda xwe bi awayekî azad dijî ava bibe. Ev yek mimkin e. Her tim hêvî ye û em li pey wê hêviyê ne.”    ‘PARTIYA ÇEPÊN KESK JI BO PÊŞEROJÊ HÊVIYÊ DIDE’    Bi domdarî Seylan got ku di têkoşîna xwe ya dûvdirêj de her tim gotina “aştiyê” esas girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna me ya heta niha her tim ser siyasetê re bû. Me hîs kir ku Partiya Çepên Kesk baş nêzî rewşê dibe û dibe dengê bindestan û kesên rastî cihêkariyê tên. Hêviya pêşerojê dide mirovan. Di bernameya xwe de mafên jinan, zarokan, penaberan, astengdaran û her derdoran diparêze. Ev yek jî bo min pir girîng e. Lewma bûm namzetê partiya Çepên Kesk. Partiya Çepên Kesk hemû kesên ji bo mafên xwe têdikoşin digire nav xwe, hemû kesên rastî cihêkariyê tên diparêze û di mijarên girtîgeh û binçavkirinan de hestiyar tevdigere. Vê yekê jî bandor li min kir. Nêzikatiya wan a li hemberî astengdaran, di asta enternasyonalan de ye. Mînakeke vê ya din tune ye. Mirov, tenê ji ber vê jî ma be divê Partiya Çepên Kesk hilbijêr in.”    ‘MECLIS QADEKE TÊKOŞÎNÊ YE’   Di berdewamê de Seylan got ku heke were hilbijartin dê têkoşîna xwe ya heta niha li qada meclisê bidomîne û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê her tim di nava gel de bin. Em li pey rihetiya xwe nînin. Çawa ku kolan qadeke têkoşînê be, meclis jî wisa ye. Em ê gotin, fikr û daxwazên gel têxin rojeva meclisê. Gel li dijî vê îktîdara zordest bi berteke û bi hêvî ye. Em dibînin ku li vir jî Partiya Çepên Kesk heye. Rêxistinên ku ez di nav de cih digirim jî pir bi tendurist nêzî vê mijarê dibin. Mirovên ji gotinên xwe bawer û bedelên giran dayîn û malbat piştgiriyê didin. Em bi hêvî ne ku ev xerabî di 15’ê Gulanê de êdî biçe.”    MA / Yusra Batihan