Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin 2023-04-19 17:05:41   WAN - Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, OHD û TUHAY-DER’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Behra Reş eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku hemû mafên girtiyan tên binpêkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Behra Reş eşkere kir. Daxuyanî li avahiya Baroya Wanê hate dayîn.    Parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û rêveberên TUHAY-DER’ê tev li daxuyaniyê bûn. Rapora girtîgehan ji hêla parêzerê OHD’ê Mehmet Fettah Keleş ve hate xwendin. Hat diyarkirin ku rapor li ser daxwaza malbatên girtî û hikûmxwaran hatiye amadekirin.    Keleş da zanîn ku li ser daxwaza malbatan çûne serdana Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê, Girtîgeha Zarokan a Kavakê, Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, Girtîgeha Tîpa Me a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê û bi girtiyan re hevdîtin kirine. Bi domdarî Keleş, diyar kir ku rapora xwe di encama agahiyên ji hevdîtinên bi girtiyan re, hevdîtinên girtiyan ên li ser telefonan bi malbatên xwe re kirine û name û faksên girtiyan ji parêzerên xwe re şandin kom kirine, hatiye amadekirin.    GIRTÎGEHA TÎPA T A BAFRAYÊ   Têkildarî Girtîgeha Bafrayê Keleş ev agahî dan: “Girtî dema ji bijîşkê li revîrê dixwazin sewqî nexweşxaneyê bên kirin, di dema sewqkirinê de cendirme lêgerîna nava dev lê ferz dikin û girtiyên vê sepanê red dikin jî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Ji ber vê rewşê, hinek girtiyên nexweş ev 2 sal in naçin nexweşxaneyê. Her wiha li girtîgehê girtiyên nexweş ên rewşa giran hene, li revîra girtîgehê tenê derman tên nivîsandin, dermanên hatine nivîsandin dereng tên, lijneya çavdêriyê bi awayekî keyfî berdana girtiyan taloq dike, girtiyên ku ev 30 sal in di girtîgehê de ji ber ku sepana ‘poşmantiyê’ qebûl nakin nikarin ji mafên xwe yên berdana bi şertê kontrola edlî sûd bigirin, mafê nepeniya hevdîtina parêzer-miwekîlan tê binpêkirin, rêveberiya girtîgehê dest dane ser pirtûkên girtiyan û paşve nade, lêgerînên li qawîşan zêde kirine û li derveyî armancên xwe tên kirin. Rojname, pirtûk û TV’yên muxalîf tên astengkirin, bihayê tiştên kantînê pir zê de ye, nameyên bi kurdî nayên dayîn, di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî tê ferzkirin, tenê girtiyên edlî dikarin ji mafê hevdîtina telefonê ya bidîmen sûd bigirin, çalakiyên sosyal hatine bisînorkirin, fatûreyên zêde yên ceyranê tên birîn, peywendiya qawîşan a bi qawîşên din re hatiye qutkirin. Ev agahî ji me re hatin ragihandin.    GIRTÎGEHA TÎPA L A GÎRESÛNÊ   Sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyê dereng tên kirin, lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin, girtî tenê dikarin bikevin revîra girtîgehê û mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin. Sewqên girtiyên nexweş ên weke Şehmûz Koç, Yahya Guneş, Aydin Genç, Mehmet Dalga, Hamdîn Çîçek Mehmet Çaldirici, Ahmet Zenger, Mehmet Emîn Susin, Bahrî û girtiyên din ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin. Her wiha nikarin mafên xwe yên tenduristiyê bi kar bînin. Di heman demê de ji ber ku dosyayên Erkan Benlî û Ekrem Alaca teqez bûne, derbasî statûya hikûmxwaran bûne lê li hucreyên li aliyê girtiyên edlî tên ragirtin..   ÎNFAZ TÊN ŞEWITANDIN   Cezayên disiplînê li girtiyan tên birîn. Girtiyên siyasî li bloqên cuda û li deverên ji hev dûr tên ragirtin. Hatine îzolekirin û nikarin tu çalakiyên civakî bikin. Her wiha li Girtîgeha Espiyeyê bihayê tiştên kantînê pir zêde ye, xwarin kêm tên dayîn û bi tendurist nînin. Li qawîşên bo 8 kesan 21 girtî tên ragirtin, hinek girtî li erdê radizên, girtiyê bi navê Îsa Aslan rastî êrişa gardiyanan hat û hate derbkirin, derheqê girtiyên li vê qawîşê dimînin de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin, girtî li ser telefonên xerab hevdîtinan dikin, di dema hevdîtinan de girtî dengê kesên li hember pir kêm dibihîsin, lijneya çavdêriyê înfazên girtiyên bi navên Emîn Edemen, Îzzettîn Sevîlgen, Ahmet Zenger, Mehmet Aktaş, Asim Demîr, Ercan Îşcan û Serkan Erkuş ji bo 6 mehan taloq kiriye û hinceta vê yekê jî weke îdiaya ‘veqetîna wan a ji rêxistinê nehatiye tespîtkirin’ hatiye nîşandan. Ev agahî bi me re hatin parvekirin.”   GIRTÎGEHÊN TRABZON, BAYBURT Û RÎZEYÊ   Keleş, da zanîn ku gelek binpêkirinên li girtîgehên din tên kirin, li Girtîgeha Beşîkduzuyê tên kirin û wiha domand: “Rêveberiya girtîgehê bêyî ku sedemekî nîşan bide, daxwaznameyên girtiyan ên ji bo wezaret û saziyên din desteser dike, cendirmeyên ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de li gel girtiyan dimînin, bi israr dixwazin ku tedawî bi awayekî kelemçekirî were kirin lewma daxwazên revîr û nexweşxaneyê yên girtiyan nayên pêşwazîkirin, ji ber van binpêkirinên rêveberiya girtîgehê jî girtî ji tîrmehê heta niha bi awayekî dorveger di greva birçîbûnê de ne û her 5 rojan carekê komeke cuda dikeve grevê. Lê hat ragihandin ku girtiyan ji ber erdhejên Mereşê dawî li vê çalakiya xwe anîne.”    Bi domdarî Keleş anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê û Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê jî li revîr û nexweşxaneyê tedawiya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin, xebatên hevpar ên girtiyan bi temamî hatine bisînorkirin, destûra mafê sihbetê û spora hevpar nayê dayîn, dest danin ser nameyên girtiyan, rûpelên kêm tên dayîn, înfazên girtiyan tên şewitandin.    GIRTÎGEHA TÎPA S A KAVAKÊ   Têkildarî Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê jî Keleş ev agahî parve kir: “Girtiyên ku ji ber erdhejên Mereşê li vir hatin sewqkirin, di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatin. Destûr nehat dayîn ku girtî tiştên xwe bi xwe re bînin. Li revîra girtîgehê bijîşk tune ye, xebatkarên girtîgehê li dijî girtiyan provakasyonan dikin, li qawîşên bo 3 kesan 4 kes dimînin, di dema hejmartinên rûtîn ên rojane de li girtiyan ferz dikin ku rabin ser pêyan, derheqê girtiyên ku hejmartina ser pêyan red dikin de lêpirsînên disiplînê tên destpêkirin, destûra sihbetê û spora hevpar nayê dayîn.”    Di encamnameya raporê de jî hat destnîşankirin ku divê rêgezên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî esas bên girtin û tavilê ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin. Her wiha bang hat kirin ku derheqê kesên rê li ber van binpêkirinan vedikin de lêpirsîn were destpêkirin.