YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir 2023-04-19 20:51:37   ENQERE – YSK'ê lîsteya dawî ya namzetên parlementeriyê pesend kir.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YKS), lîsteya dawî ya parlementeriyê ya heyama 28'an pesend kir.    Partiyên siyasî lîsteyên xwe yên parlementeriyê di 9'ê Nîsanêd e dabûn YSK'ê. YSK'ê jî ji bo temamkirina kêmasiyên di lîsteyê de heya 11'ê Nîsanê wext dabû partiyan û di 15'ê Nîsanê de jî lîsteya namzetan a demborî eşkere kiribû.    YSK'ê îro lîsteya dawî pesend kir. Lîste dê di Rojnameya Fermî de bê belavkirin. Piştî ku lîsteya dawî di Rojnameya Fermî de bê belavkirin, dê pûsûleyên rayan jî bên çêkirin.    Pêvajoya propagandaya hilbijartinê dê di 13'ê Gulanê de temam bibe û gel dê di 14'ê Gulanê de biçe ser sindoqan.