Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû 2023-04-19 23:11:53   ENQERE – YSK'ê rêza partiyên siyasî û tifaqan a di pûsûleyên hilbijartinên 14'ê Gulanê de diyar kir.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YKS), rêza partiyên siyasî û tifaqan a di pûsûleyên hilbijartinên 14'ê Gulanê de diyar kir. Di pûsûleyên dengan de Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Çepên Kesk û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) tê de ye, di rêza 7'an de ye. Tifaqa Cumhûrê (BBP, AKP, Partiya Jinûve Refah û MHP) di rêza 6'an û Tifaqa Miletê (CHP û Partiya ÎYî) jî di rêza 15'an de ye.