KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da 2023-04-20 09:03:03   NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê piştî qetilkirina Huseyîn Turelî li Dihokê, daxuyaniyek da û diyar kir ku divê hemû kes li dijî provokasyonên dewleta tirk hişyar be.    Welatiyê bi navê Huseyîn Turelî ku ji ber dozên xwe yên li Tirkiyeyê koçî Herêma Federe ya Kurdistanê kiribû û di 17’ê nîsanê de li Navenda Kargehan a Famîly Mall a Dihokê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Cenazeyê Turelî duh anîn navenda Êlihê û li Goristana Asrî hate definkirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Komîteya Karên Derve ya KCK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bal kişand ser cînayetên li Herêma Kurdistanê tên kirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang kir ku her kes li dijî provokasyonên rejîma AKP-MHP’ê hişyar bin.    Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Gelên Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja xwe ketine merheleya dawîn a hilbijartineke ku ji bo wan gelek giring e. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo pêşeroja welêt û herêmê gelek girîng in û zêde nemaye jê re. Banga me li raya Tirkiyeyê, herêmê û hêzên navneteweyî ew e ku li dijî provokasyonên dewleta tirk a faşîst û hikûmeta mafya-terorê baldar bin.   DAXUYANIYÊN TIRKIYEYÊ DEREWAND   Desthilatdariya mafya-teror a AKP-MHP’ê ku rû bi rûyê têkçûyînê ye, bi êrişa terorî ya li ser balafirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê nîşanê her kesî da ku wê serî li her rê û rêbaza qirêjî bide. Ev êrişa nemerdane û girtina ser sûcê terorê yê navneteweyî, hewl daye ku bi çalakiyên tevgera me yên li balafirgeha Silêmaniyê û li seranserê bajêr bi hincet bike. Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta mafya-terorê Mevlût Çavûşoglû, li ser ekranên televizyonê bêyî ku fedî bike, daxuyaniyên derew ên dûrê rastiyê dane. Tevgera me ya Azadiyê, diyar kir ku di rewşa kontrolkirina balafir û bajarê Silêmaniyê de ye. Em dixwazin bi eşkerehî ji gelê xwe yê hêja û raya cîhanê re bibêjin ku tiştên ku dewleta tirk têkildarê balafirgeha Silêmaniyê û derdora wê diyar kirine, tev derew in. Mijara esas ew e ku dewleta tirk aciziyê ji têkoşîna hevpar a YNK, HSD û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê, dike. Zemînê argûmanên feraseta faşîst a bi pêşengtiya klîka Erdogan-Bahçelî, PDK bi siyaset û rêveberiya xwe datîne.   HEWLÊR Û DIHOK BÛNE NAVENDÊN BIRYARGEHÊN MÎT’Ê   Salên dawîn li Silêmaniyê û derdora wê gelek welatparêz û hevalên me bi êrişên rêxistina terorê MÎT’ê şehîd bûne. Di van hemû êrişan de hemû kujer ji Hewlêrê hatine û paşê çûne Hewlêrê. Di van hemû êrişan de hevkariya MÎT-PARASTIN’ê bi belgeyan îspat bûye. Hewlêr û Dihok, bûne mîna biryargehên MÎT’ê ku rêxistineke terorî ye. Mînaka herî dawîn a vê hevkariya sûc, 17’ê nîsanê li navenda Dihokê qetilkirina welatparêz Huseyîn Turelî yê ji Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta tirk a faşîst xwestiye Huseyîn Turelî bigire, Huseyîn Turelî nêzîkê deh sal berê reviyaye başûrê Kurdistanê û li wir bi cih bûye û esnafî kiriye. PDK ku tevgera me dike hinceta êrişên Silêmaniyê, wê vê kuştinê bi çi îzah bike, bajarên lê desthilatdar e kirine wek sî û stara kujerên kurdan. Gel meraqa bersiva wan dike. Hêj ku xwîna Huseyîn ziwa nebûye, çapemeniya PDK’ê ku di bin kontrola MÎT’ê de ye, ji bo me bike berpirsê vê êrişê jî, gelek hewil dide. Em qetilkirina bi nemerdî ya Huseyîn Turelî ku mirovekê me yê welatparêz e, şermezar dikin, dibêjin bila serê malbatê û gelê me yê welatparêz sax be. Di şexsê heval şehîd Huseyîn Turelî de, em cardin dixwazin diyar bikin ku wê heyfa hemû şehîdên me bê hilanîn.   HIŞYARIYA LI DIJÎ PROVOKASYONAN   Bi boneya vê êrişê, agahiyên ku me ji çavkaniyên girîng wergirtine jî didin ber çavan û dixwazin her kesî li dijî provokasyonên dewleta tirk a faşîst û hikûmeta mafya-teror hişyar bikin. Dewleta faşîst a mêtinger, hikûmeta mafya-teror ku ji her aliyî ve ketiye tengasiyê, ji tirsa wê ji dest bide dilerize, ji bo aramiya herêmê xera bike, dînamîkên herêmê bîne hemberê hev, em dizanin ku dixwaze li Iraq, Sûriye, Rojava û Başûrê Kurdistanê teqîn, êriş û sûîkastan bike û bixe stûyê tevgera me.   Di vê çarçoveyê de, bi taybetî divê rayedarên Iraq û başûrê Kurdistan û gelê wê li dijî lîstikên hikûmeta teror-mafya ya dewleta tirk hestyar û baldar bin.   Rêveberiya me bala xwe da agahiyên ku wê dewletaTirk a mêtinkar û neyarê Kurdan wê serî li dek û dolab û provokasyonan bide, biryara bêçalakîtiyê ku me ji ber erdhejê dabû, ragihand ku heta bi piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kiriye.   Bi geşedanên dawîn û agahiyên ku me girtine, rastiya biryara me cardin derket holê.   Em bang li hikûmeta Iraqê, derdorên polîtîk rayedarên Başûr, hêzên din û hêzên navneteweyî dikin di vî warî de bi berpirsyarî rabibin û tevdîrên bergir bigirin.”