Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê 2023-04-20 10:23:00     STENBOL - Yek ji namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê ku piştî Komkujiya Sêwazê jiyana wê bi têkoşîneke bênavber derbas bû wiha got: “Pêdiviya me bi têkçûna rejîma serweriya zilam heye. Têkildarî vê em ê li Meclisê û kolanan bixebitin.”   Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomîne. Di hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteriyê yên serdema 28’emîn de li Stenbola ku 98 parlamenter dê lê bên hilbijartin 10 milyon hilbijêr wê biçin ser sindoqan.    Berdevka Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû ya ji herêma 3’yemîn a Stenbolê bê hilbijartin, têkildarî hilbijartinan û armancên xwe axivî.    ŞOREŞGEREKE ELEWΠ   Otlû ya di sala 1973’yan de weke zarokeke malbateke elewî ji dayik bû, bi kevneşopiya berxwedêr a Pîr Sûltan Abdal mezin bû. Otlû, ya neçar ma ji ber nakokiya bi pergalê re nasnameya xwe ya elewîtiyê veşêre, di Komkujiya Sêwazê de gelek xizmên xwe winda kirin. Otlû, ya bi Komkujiya Sêwazê ya di 2’yê tîrmeha 1993’yan de têkoşîn nas kir wiha got: “Ji ber ku civaka elewiyan her tim di komkujiyan re hate derbas kirin em bi gotinên ku divê em nasnameya xwe veşêrin hatin mezinkirin. Di Komkujiya Sêwazê de gelek malên xizmên min ji ber Elewî bûn hate gulebarankirin û şewitandin. Min gelek xizmên xwe û gundiyên xwe di vê komkujiyê de winda kirin. Bi Komkujiya Sêwazê re min şoreşgerî nas kir.”   Otlû, diyar kir ku bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ya di 3’yê kanûna 1994’an de ji bo wê bû xaleke werçerxê û wiha berdewam kir: “Komkujiyên şoreşgeran ên li malan û serhildanên li Kurdistanê mezin bûn, berê min da şoreşger û sosyalîstan. Karê min ê destpêkê bi rojnameya Atilimê re di qada çapemeniyê de bû. Piştre min ji nava refên Ciwanên Azad xwe bi rêxistin kir û ji bo dengê daxwazên demokratîk ên xwendekaran bînim ziman, têkoşiyam.”   15 CARAN HATE BINÇAVKIRIN 6 CARAN HATE GIRTIN   Otlû, ya di dema xebatên ciwanan de cih digirt di çalakiyên 1’ê Gulanê û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de gelek caran caran hate binçavkirin, ewilî di sala 1995’an de di çalakiya Kampusa Beytepe ya Zanîngeha Hacetttepeyê de hate binçavkirin. Otlû ya bi îdiaya “endamtiya Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP)” hate girtin 10 salan di girtîgehê de ma. Otlû, anî ziman ku tecrûbeya wê ya ewil bû Girtîgeha Ûlûcanlarê û di sala 1999’an de sirgunî Girtîgeha Sakaryayê hate kirin, ji ber erdheja çêbûyî jî sirgunî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate kirin.    Otlû, ya li Girtîgeha Gebzeyê şahidiniya berxwedan û komkujiyê kir jiyana xwe wiha vegot: “Piştî ku di sala 2004’an hatim berdan di sala 2006’an dîsa hatim girtin. Dîsa ji ber di sala 2012’an de tev li Newroza Kazliçeşme ya Stenbolê ya qedexe bûm hatim binçavkirin û girtin. Di sala 2013’an de ji ber tev li berxwedana Parka Geziyê ya Taksîmê bûm hatim girtin. Herî dawî dema di sala 2017’an de Seroka Giştî ya ESP’ê bûm hatim girtin û du sal û nîvan di girtîgehê de mam. 6 caran hatim girtin û 15 caran hatim binçavkirin. Dikarim bêjim jiyana min bê navber bitêkoşînê derbas bû.”   ÇIMA BÛ NAMZET?   Otlû, destnîşan kir ku divê herkesên ku azadî û wekheviyê dixwazin têbikoşin û bal kişand ku di hawîrdoreke ku navê jinê tê nîqaşkirin de dikevin hilbijartinê û sedemê namzetbûna xwe ya ji Partiya Çepên Kesk wiha vegot: “Ji bo têkbirina rejîma faşîst a rejîma AKP’ê û MHP’ê, di serî de çîna karkeran, daxwazên aştiyeke birûmet a gelê kurd bînin ziman, di serî de Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an a dest ji jinan hatine wergirtin, hemû destkeftiyên jinan biparêzin di bin banê Partiya Çepên Kesk de peywîr girt ser xwe. Em ê li dijî pergala zilam a serwer li cem têkoşînê bisekinin û daxwazên kesên têkoşîna ekolojiyê didin bînin ziman. Yek ji keseke ku ji çanda elewiyan pêk tê em ê hemû daxwazên tevgerên elewiyan bînin ziman. Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê.”   TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ Û GIRTÎGEH    Otlû, qala tiştên li girtîgehan diqewimin kir û wiha got: “Li ser vê axê tecrîdeke mezin heye. Li Îmraliyê tecrîdek heye û bi taybetî ji sala 1999’an ve tecrîdeke ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin heye. Bi taybetî bi pergala tecrîdê înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin, girtiyên nexweş nayên berdan, hevdîtin tên qedexekirin. Girtî ji ber nameyan ji hevalên xwe re dişînin înfazên wan tên şewitandin. Lê li aliyê din hûn lê dinerin kesên ji Hîzbûllahê tên darizandin tên berdan. Dîsa daxwazên tevgera azadiya kurd bi xwe hene. Elbet tenê birina Meclisê tê re nake, divê em bi gelan, bindestan re bên bahev û bikin. Ez bawer dikim ku em ê bi hev re qezenc bikin.”   ‘DIVÊ HERKES BIBE SEFERBER’    Otlû, bi bîr xist ku ji hilbijartinan re demekî kurt maye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêdiviya me bi têkçûna pergala serweriya mêr heye. Ji ber vê bêyî westan, bê rawestan divê rêya xwe bidomînin. Divê em li her derî bidin û bêjin ‘tu jî tev li bibe’. Divê em gelek dixwazan bibînin. Pirsgirêkeke me ya peywîrdarên sindoqan heye. Divê em gelek muşahîtan bibînin. Divê ji niha ve muşahîtên me li komîteyên taxan, hilbijartinên navçeyan û komîsyonan navên xwe binivîsin û peywîrê bigirin. Banga me ya din jî li dost û hevalên me yên li Ewropayê ye; heke em bixwazin bi hev re qezenc bikin divê em bi hev re bixebitin. Ji ber vê yekê jî rêya me vekirî ye. Em ê ji 100’an zêdetir parlamenteran cihê xwe li Meclisê bigirin. Em ê bi biryartir û bihêztir peywîrê bigirin ser xwe.”   MA / Esra Solîn Dal