Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket 2023-04-20 11:47:25 AMED - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku têkildarî hilbijartina serokkomariyê dê di rojên pêş de helwesta xwe zelal bikin û got: “Erdogan di ferqê de ye ku têk diçe. Hewldanên çareseriyê hene. Ev çîrok li Amedê pûç derket. Di 15’ê gulanê de wê biharek din were.”   Ji hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê re demek hindik ma, namzetên partî û serokkomariyê derketine qadan. Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû piştî cejnê dê lez bide xebatên hilbijartinê û biçe nêzî 40 bajaran mitîng û hevdîtinê li dar bixe. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê piştî diyarkirina namzetan daketin qadan. Partiya Çepên Kesk li Colemêrg, Mêrdîn, Antalya û Tekîrdagê bi bernameyên tûran dest bi maratona hilbijartinê kir. Vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran veguherî mitîngan. Xebatên Partiya Çepên Kesk piştî cejnê li 60 navendan bi mitîngan bidome.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ji ajansa me re axivî û behsa atmosfera hilbijartinê kir.   ‘GEL BIRYARA XWE DAYE’   Akin bal kişand ser rewşa ku Tirkiye têde derbas dibe û got: “Tirkiye di hilbijartinek gelek aloz de derbas dibe. Her kes li bendê ye ku wê ev hilbijartin çawa derbas bibe. Em jî tevî hemû zext û astengiyên siyasî jî xebatên xwe bênavber didomînin. Gelek bajaran xebatên me ku tên kirin gelek baş xuya dike. Manzarayên tên dîtin pir erênî ne. Partiya Çepên Kesk êdî hat qebûlkirin. Li her deverê mirov bi alên partiya me digerin. Ev rewş di heman demê de teqîna hêrsekê jî dide nîşandan. Hevalên me ruh û atmosfera xebata hilbijartinê ya niha dişibînin ruh û atmosfera hilbijartina 7’ê Hezîranê. Civak li ser pêya ye û li benda wê rojê ye. Heke tevî vê rejîma giran jî gel wisa li ber xwe dide, ev encama berxwedana ezamet nîşan dide. Me di serdan û tûrên xwe de dît ku gel êdî li dijî vê rejîma yekperest biryara xwe daye.”   ‘COŞ Û ENERJÎ ZÊDE YE’    Akin da zanîn ku ew wek partî ji hilbijartinê re amade bûn û got: “Di van şert û mercan de divê me van lîstokan xera bikira. Me jî hemûyan bi hev re vê lîstokê xera kir. Me gava xwe ya ewil bi hatina Newrozê re avêt. Her kes li qadan dibêje Partiya Çepên Kesk. Wek îradeya xwe beyan dikin. Gelê me wisa dide xuyakirin ku wê pir xurt xwedî li partiya xwe derkeve. Xebatên me bênavber, bi hemû coş û enerjiya xwe ya zêde didomin. Her roja em ber bi hilbijartinê ve diçin, xwedî derketina gel û hêrsa gel zêdetir dibe.”    Akin bal kişand ser lîsteya namzetên parlamenteriyê ku amade kirine û wiha got: “Ez dikarim bêjim ji bo diyarkirina namzetan me zehmetî kişand. Bi hezaran kes serlêdana bernamzetiyê kiribû. Ji bo partiyek ewqas berfireh û erêkirina her kesî karên giran dikevin ser mile te. Ne rehet e. Lê me baweriya xwe bi hişê xwe yê kolektif anî û me vê pêvajoyê derbas kir. Niha jî em li qadan têkoşînek mezin didin. Ji her beşên civakê namzetên me hene. Jin, ciwan û netew, bîr û baweriyên din hene. Nîqaşa li ser namzetan êdî qediya û dem dema têkoşînê ye.”   ‘GEFÊN ERDOGAN ÊDÎ PERE NAKIN’    Akin bal kişand ser gefên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên li dijî siyasetmedarên kurd û wiha axivî: “Ev êdî rêbazek klasîk e. Ev rêbaz gelek li Tirkiyeyê hat bikaranîn û hê jî pir tê bikaranîn. Lê ev tişt ji aliyê me ve têkçûyî ye. Dixwaze bi ser HDP’ê re eyaran bide muxalefetê. Niha jî dixwazin bi ser Partiya Çepên Kesk re dikin. Hemû nijadperest, yekperest û faşîst dixwazin bi me re şer bikin û xwe bi vî awayî li ser pêya bigirin. Dixwazin siyaseta dijminatiyê ava bikin. Jixwe ne hewce em wan bikin muxatabê xwe jî. Gel jî êdî bi van dizane û cihê van gefan êdî di nav gel de jî hatiye têkbirin. Gef û gurên wan êdî pere nakin. Ji vê saetê şûnve em wî û wan nakin muxatabê xwe jî.”    TIFAQA KED Û AZADIYÊ BO NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ HELWESTA XWE ZELAL DIKE   Akin bal kişand ser piştevaniya partiya wan a ji bo namzetê serokkomariyê û wiha axivî: “Li ser mijara diyarkirina namzetekî hevpar an jî diyarkirin û nediyarkirina namzet gelek xebat hatin kirin. Beriya erdhejê me yê namzetê amade dikir. Lê belê bi erdhejê re Tirkiye kete pêvajoyeke nû. Di erdhejê de wêraniyeke mezin çêbû. Me jî bawerî pê anî ku wê di tûra yekem de ev pirsgirêk çareser bibe, ji ber ku me niyet nedikir ku ji niha û pê de ev rojekê jî desthilatdariyê bidomînin. Armanca me serokkomarî ye, armanca me Rêya Sêyemîn e ku em li Meclisê bixin meriyete. Me helwesta xwe nîşan nedaye, bi taybetî ku ew bi berdewamî hewl dan ku me di mijara namzediyê de tengav bikin û dixwestin me sûcdar bikin. Me jî got hemin wisa ye em ê namzet dernexin. Me helwestek wisa nîşan da. Di rojên pêş de em ê geşedanan binirxînin û gavên ku ew ê bavêjin binêrin û li gorî wê biryarê bidin.   Di rojên pêş de em ê helwesta xwe pir zelal û eşkere ragihînin.  Gelê me jî jixwe ji peyama me fêm kiriye û dizanin mesele çi ye. Em ê bi awayek eşkere wek Tifaqa Ked û Azadiyê têkildarî mijarê civînek çapemeniyê li dar bixin.    Kiliçdaroglû li ser pirsgirêka kurd vîdoeyek belav kir. Di van şert û mercên dîrokî de gelê kurd û her wiha hêzên berxwedêr careke din nîşan dan ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bingehîn e û divê bê axaftin. Heke îro pirsa kurd ku yek ji pirsgirêkên sereke be û tê axaftin, heke hemû alî hewl bidin ku ji rast û çepê xwe bi vê pirsê re têkilî daynin, bi baweriya min ev encama berxwedana gelê kurd a li dijî rûxandin û şerê 7 salên dawî ye. Ev pirsgirêk di sedsalên pêş de wekî pirsgirêkek neçar e ku divê were nîqaşkirin û çareserkirin. Em ê bibin vî barî hildin ser milê xwe û nûner û berdevkê vê. Ez difikirim ku ew ê her kes li ser vê yekê bikişîne. Ez wisa difikirim ku wê her kes jî piştgiriya vê yekê bike.    ‘GELÊ KURD NASNAME Û ZIMANEK AZAD DIXWAZE’   Akin destnîşan kir ku muxalefet ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd meylek ku bi aliyê çareseriyê hilberîne ve nîşan da û got: “Lê ne mimkûn em vê têr bibînin. Ev têr nake. Gelê kurd êdî hemwelatîbûna azad dixwaze. Kurd dixwazin bi awayek azad li vî welatî bi zimanê xwe biaxivin. Dixwazin bi eşkereyî nasnameya xwe bînin ziman.”    ‘ERDOGAN JI AMEDÊ DEST VALA VEGERIYA’   Akin bal kişand ser serdana Serokkomar Erdogan a Amedê û wiha got: “Erdogan dizane ku winda kiriye û têk diçe. Lêgerîna çareseriyan heye. Ji ber ku nikarin siyasetê bikin, hewl didin hêzên xwe bigihînin hev, ketine pey lîstikan. Ji ber vê yekê ji ber ku dizanin têkiliya AKP-MHP'ê têrê nake, hewl didin hêza xwe zêde bikin. Hewl didin bi yên ji xwe tarîtir û xerabtir re bibin yek. Ev bi rastî jî nîşan dide ku êdî tu tiştek wan nikare xelkê bixapîne. Lê li Amedê çîroka wan pûç derket. Em jî li wir bûn. Her deverê dorpêç kiribûn. Diyar bû gelek kesan ji derve anîbûn û xelkê bi zextan li wir kom kiribûn. Erdogan ji Amedê dest vala vegeriya. Me dît ku Erdogan û rejîma wî têk diçin. Tenê bi derfetên mezin ên dewletê hewl didin xwe li ser lingan bihêlin. Pir sûcdar in. Dibînin heke nikaribin li ser desthilatdariyê bisekinin, dawiya wan nexêr e. Lê belê tu kes nemaye ku vê yekê qebûl bike û tercîhên wan bipejirîne. Pirsgirêk tenê ev e; Di van hilbijartinan de pêwîst e sindoqên wê rojê bi awayekî pir ewle bên parastin. Divê hemû gelê me ji bo 14’ê Gulanê xwe baş amade bikin û xwedî li sindoqan derkevin.”   ‘BILA KES NEBÊJE KU WÊ AKP TÊK NEÇE’    Akin da zanîn ku ew ber bi heyamek nû ya guhertinê ve diçin û wiha axivî: “Em êdî dawiya vê rejîmê dibînin. Fînala wan xuya dike. Tenê ne di van 21 salên AKP’ê de li Tirkiyeyê seranserî dîrokê komarek ku bi demokrasiyê hatiye birêvebirin me nedîtiye.    Em gotegot û gotinên wek “heke AKP di hilbijartinê de bi ser nekeve wê dest ji îktidarê bernede” red dikin. Kes nikare bêje ev çîrok nahilweşe. Çimkî me di hilbijartina herêmî de viya dît û em bi ser ketin û ew têk çûn.    Divê gelê me teslîmî van senaryoyên tirsê nebe. Em naxwazin gelê me xwe teslîmî tiştên wisa bike. Divê gelê me xwedî li rayên xwe derkeve. Em bi bawerin ku em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Em bi bawerin wê 15’ê Gulanê bibe bihar. Em ji vê re dibêjin bihara Newrozê.”   MA / Azad Altay