Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-04-20 13:16:16   MÊRSÎN - Li febrîqeya mobîlyayê ya navçeya Akdenîzê şewat derket û di dema vemirandina agir de banê febrîqeyê hate xwarê û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo rizgarkirina karkerekî jî xebat berdewam in.    Şevê din li Sîteya Pîşesaziyê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê şewat derke. Di dema xebatên vemirandina şewatê yên tîmên agirkujiyê de banê febrîqeyê hate xwarê. Piştî agahiya ku kes di bin banê avahî de mane, hinek tîmên li cihê şewatê dest li rewşê werdan. Di encama xebatan de cenazeyê xebatkarê agirkujiyê Nazmî Çelîkkaya yê 30 salî hate derxistin. Tîmên agirkujiyê dan zanîn ku di bin xerabeyan de 4 kesên din jî hene û xebatên xwe yên lêgerînê berdewam kirin.    NEKARÎN XWE BIGIHÎNIN KARKEREKÎ   Di encama xebatên lêgerînê de îro di danê sibehê de cenazeyên 3 karkerên din hatin derxistin. Xebatên ji bo derxistina karkerekê din berdewam in.