Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin 2023-04-20 14:38:42   WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê nekarîne danûstandina cejnê bikin û wiha gotin: “Sedema krîza aborî Erdogan e. Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bidin wan.”    Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên hilbijartinên 14’ê Gulanê dikin. Xelkê ku di nava krîza aborî de digevize, li benda roja hilbijartinê ye. Welatiyên Wanê ku bi boneya Cejna Remezanê li sûk û bazaran digerin û hewl didin danûstandina cejnê bikin, ji ber bihabûnê bi gazinc in.    Welatiyên ku li dijî polîtîkayên aboriyê yên îktîdara AKP’ê bibertek in, balê dikişînin ser hilbijartinên 14’ê Gulanê. Ji esnafan Osman Kara diyar kir ku xelk ji ber krîza aboriyê nikare danûstandinê bike û wiha got: “Dema welatî fiyetan dibînin, destvala vedigerin malên xwe. Xelasiya ji vê krîzê, hilbijartinên 14’ê Gulanê ne. Gelê me dê bersiva krîza aborî û pirsgirêkên din di 14’ê Gulanê de bide.”    Ji welatiyan Mûsa Şakar jî got “ez têm sûkê lê destvala vedigerim malê” û bertek nîşanî bihabûna her tiştî da. Şakar, axaftina xwe wiha domand: “Fiyet ewqas zêde ne ku nikarim tu tiştekî bikirim. Wisa li qelebalaxbûna sûkê nenihêrin, qelebalixeke vala ye. Ji ber ku xelk nikare ji bo mala xwe kîloyeke falikan jî bikire. Bihayê wan pir zêde ye.”    ‘HEMA BILA ERDOGAN BIÇE, HEKE DINYA JÎ XERAB BIBE ME QEBÛL E’    Welatiyê bi navê Vahyettîn Uçar jî li dijî bihabûna her tiştî got; “Tayyîp Erdogan em perîşe kirin” û wiha pê de çû: “Di halê hazir de banknota herî mezin 200 TL ye. Lê mirov nikare bi vî pereyî kîloyeke goşt jî bikire. Min heta niha dengê xwe dida AKP’ê lê ji vir û şûnde ji bo AKP têk biçe ez ê dengê xwe bidim partiyeke din. Pirsgirêk tenê bihabûna her tiştî nîne, em dixwazin bijîn û em dixwazin bêyî tirsê bijîn. Pirsgirêk ewqas zêde bûne ku em nikarin tu tiştekî bikin. Dev ji goşt berde, xelk êdî nikare pîvazan jî bikire. Ma ji vê wêdetir tiştek heye? Êdî bes e, hema bila Erdogan biçe, heke dinya jî xerab bibe me qebûl e.”    Omer Tîmûr jî diyar kir ku divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk da ku guherînek pêk bê. Ji esnafan Huseyîn Akdag jî bi lêv kir ku xelk nikare dan û standinê bike û ev tişt anî ziman: “Dema li welatekî kîloya pîvazê bû 30 lîre, ma dê êdî çi bibêjî.”    ‘MIN NEKARÎ TIŞTEKÎ BIKIRIM’   Ji welatiyan Sabrî Gulmez jî got ku ji bo Cejna Remezanê rojek maye lê hêj jî nekariye danûstandinê bike û wiha bertek nîşan da: “Em ê li dijî vê rewşê di hilbijartinê de îradeya xwe nîşan bidin. Dê krîza aboriyê ji bîr nekin û dê dengê xwe ji bo guherînê bidin.”    Şîrîn Velat jî destnîşan kir ku gelek krîzên civakî tên jiyîn û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû kes şahidên van pirsgirêkan. Sedema van pirsgirêkan jî îktîdar e. Lewma em ê di hilbijartinên pêş de dengê xwe ji bo çareserkirina temamiya van pirsgirêkan bidin.”