Li Amedê serdana goristanê hat kirin 2023-04-20 15:51:36 AMED - Li navçeya Pîran a  Amedê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanê hate kirin.    Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi boneya Cejna Remezanê serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin.    Şandeya ku ji rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP û Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Hîşyar Ozsoy, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk yê Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hasîbe Yazdik û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên navçeyên Peyas, Çêrmûg, Erxenî, Pîran, Rezan, Gêl, Hênê û Çinarê jî beşdarî serdanê bûn.    Şandeya ku di saetên serê sibê de ji bo ku biçe serdana Goristana Pîrejma ya navçeya Pîranê ji navenda Amedê bi rê ket, ji hêla qerekola li ser rêya gund ve bi hinceta “Qedexeya walîtiyê heye” hate astengkirin. Li ser vê yekê şande derbasî goristana navenda Pîranê ku 33 kesên di oxira demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bû.    Li goristanê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û dua hatin kirin.     ‘NIKARIN NIRXÊN ME JI DILÊ ME DERXÎNIN’   Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku bi boneya cejnê ew hatine serdana goristanê û wiha got: “Ez bejna xwe li ber şehîdên têkoşînê ditewînim û girtiyên di zîndanan de ji ji bo têkoşîna wan silav dikim. Hikumeta AKP’ê û MHP’ê dîsa nehişt malbat biçin serdana gorên zarokên xwe. Ev nehiştina çûna goristana rûreşiyêke mezine. Dibe ku nehêlin em biçin serdana goristanê lê çi dibe bila bibe ew nikarin nirxên me ji dilê me derxînin.”   ‘BILA XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN’    Pişt re parlamenterê HDP’ê Hîşyar Ozsoy axivî û ev tişt gotin: “Ev gora komî, ya Qada Şex Seîd û ya Pîrêjma ku nehiştin em biçinê ji bo kurdan yeke. Dewlet ne dihêle em wekî mirovan bijîn ne jî dihêle em wekî mirovan bimrin, ev şerm ji dewletê re bese. Ez ditirsim ku 100 salên din jî wisa biçe. Ji ber wê ez ji vê dera ku bi dîroka xwe ji bo gelê kurd girîng e bang li gelê kurd dikim; bila xwedî li nirxên xwe derkevin. Zextên wan çiqas zêde bibe jî nikarin vê têkoşîna ku 100 sal in li ber xwe dide bi dawî bikin.    Şande piştî serdana goristanê derbasî şîna Latîf Kaymak (Andok Fedakar) ê li Herema Kurdistana Federê Kurdîstanê jiyana xwe ji desta bû. Şandeyê serdana malbatê kir û jê re sersaxî xwest. Şîna Kaymak di roja dûyemîn de berdewam dike.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 17’ê nîsanê de ragihandibû ku Latîf Kaymak bi 4 hevalên xwe ve di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest dane.