Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn 2023-04-20 16:31:46   MEREŞ - Li navçeya Bazarcixa ji ber rabûna bahozê gelek konteynir û konan zirar dîtin, herî kêm 20 mexdûran erdhejê birîndar bûn.    Li navçeya Bazarcix ku navenda erdheja 6’ê sibatê li Mereşê rû da bû, ji ber bahoza rabû konteynir û konan zirareke mezin dîtin. Hate hînbûn ku di encama hilweşîna konteynirên li dora Cemxaneyê de herî kêm 20 mexdûrên erdhejê birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ji birîndaran rewşa Nesîmî Çagman ê 20 salî girane û bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyê.