Delîl tune ye, lê sûcdar e! 2023-04-21 10:39:05   AMED - Di îdianameya rojnamevan Elîf Ungurê de, hem hatiye gotin "der barê gumanbarê de delîl bi dest neketine" hem jî hatiye xwestin bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.    Îdianameya der barê rojnamevan Lezgîn Akdenîz de ku di 8'ê hezîrana 2022'yan de li Amedê hatibû binçavkirin û di 16'ê hezîranê de hatibû girtin, hat qebûlkirin. Akdenîz dê tevî 14 jê girtî 17 hevpîşeyên xwe di 11'ê tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger. Di îdianameyê de bernameyên ku rojnamevanan çêkirine, hevdîtinên wan ên bi mêvanên bernameyan re û hevpeyvînên wan wekî hincet hatine nîşandan û bi “endamtiya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.   Di îdianameyê de, di beşa der barê rojnamevan Elîf Ungurê de, naveroka bernameya wê Medya Kulturê wekî sûc hatiye hesibandin.    MIHRÎCANA ÇANDÊ SÛC HATIYE HESIBANDIN   Di îdianameyê de, hatiye diyarkirin ku di nava "delîlan" de ku di dema avêtina ser şîrketên çêkeriyê de hatine bidestxistin, der barê Ungerê de tu "delîl" nehatine dîtin. Lê bernameya Medya Kulturu ku Ungerê ew pêşkeş dikir, wekî sûc hatiye hesibandin.    Di îdianameyê de naveroka bernameyê sûc hatiye hesibandin. Her wiha ev axaftina di bernameyê de "Mîhrican bi eleqeyeke mezin dest pê kir. Mîhrican bi fîlmê Kurdên Êzidî yê di 1933'yan de hatiye çêkirin dest pê kir. Mîhrîcanê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo Halîl Dag û Haci Lokman Bîrlîk û hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir" sûc hatiye hesibandin.    Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku naveroka bernameyê bi talîmatên rêxistinê hatiye çêkirin. Her wiha di îdianameyê de axaftina Ungurê ya bi rêya telefona Î.S.'yç bi kesê bi navê M. re cih girtiye. Di îdianameyê de hatiye gotin ku di Pergala Agahiyê ya Midûriyeta Polîsan de tu qeydeke Î.S. tune ye û kesê bi navê M. nehatiye tespîtkirin.     Di îdianameyê de ev hevdîtin wekî" hevdîtineke biguman" hatiye pênasekirin û ji ber ku kesê bi navê M. di telefonê de cihê ku dê biçê ji Ungurê re negotiye, axaftin wekî "axaftina sergirtî" hatiye nirxandin. Ji ber ku M. cihê ku dê biçê ji Ungurê re negotiye, ev di îdianameyê de wiha hatiye nirxandin: "Kesa bi navê ELîf Ungur, pêşkeşvana bernameya 'Medya-Kultur'ê ye. Ji naveroka bernameyê jî diyar e ku gumanbar li gor armancên rêxistina terorê herekt kiriye. Lewma dibe ku kesa ku pê re axiviye, di çaçroveya xebatên rêxistinê de tevlî nava pergala çiyê ya rêxistina terorê bibe (...)"    MA / Azad Altay