Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin 2023-04-21 14:55:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin.    Bi boneya Cejna Remezanê, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin. Li ser goran soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.     Bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ên li Goristana Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê hatin ziyaretkirin. Serdan, bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) hate kirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Riza Karaman, Kamîle Kandal, Berfîn Polat û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger, Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAT), Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl di serdanê de cih girtin.    Ziyaretvan ji ewil li pêşiya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (CEMEVÎ) hatin ba hev. Ev der, ji saetên serê sibehê ve ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Ziyaretvanan li vir cejna hev pîroz kir û piştre jî ber bi Goristana Gaziyê ve meşiyan. Tevî astengkirinên polîsan jî komê dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin û bi çepikan heta goristanê meşiyan. Li goristanê ji ewil bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî axaftin hatin kirin.    'EM JI BO KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE DEYNDAR IN’   Di serdanê de ji ewil Hevberdevka Partiya Çepê Kesk a Sûltangaziyê Zubeyde Înce axivî û ev tişt anî ziman: “Em, kesên ji bo rûmeta mirovahiyê canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Welatê me veguherandine girtîgehê. Hêvîdarim ku ev dorpêça li Taxa Gaziyê bibe dorpêça dawî. Ev hilbijartin dê dawiya kesên hiqûq binpê kirin bîne. Berxwedan jiyane.”    Piştre jî namzeta parlamenteriyê Kamîle Kandal axivî û wiha got: “Ez, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Em soz didin wan ku dê têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê bidomînin. Di mijara domandina vê dozê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Divê hemû kes xwe li gorî vê berpirsyartiyê amade bike.”    ÊDÎ DEMA GOTINA ‘BES E’ HATIYE   Ji namzetên parlamenteriyê Berfîn Polat jî destnîşan kir ku wan sond xwariye ku dê mîrasa şehîdên şoreşê her tim bidin jiyîn û têkoşîna wan bidomînin.     Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Riza Karaman axivî û wiha derbirî: “Em vê pergala zordest ji komkujiyên Koçgirî, Dêrsim û Agiriyê nas dikin. Ev pergal, dijminê kurd û elewiyan e. Li dijî vê pergalê kesên bindest neçarin ku bên ba hev û bi hev re li ber xwe bidin. Dema hatiye ku em êdî ji van komên rantxwi û çete re bibêjin ‘êdî bes e.’”   Piştî axaftinan jî Pîrê Elewiyan Îbrahîm Erdogan Gulbang xwend. Piştre jî helbestên berxwedanê hatin xwendin û beşdaran qurnefîl danîn ser goran.    ŞIRNEX    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê çûn serdana goristanan. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî di nav de, gelek kes çûn serdana goristana bajar. Piştî serdana goristanê jî şandeyê cejna welatiyan pîroz kir.    Her wiha dê HDP û Partiya Çepên Kesk du rojan li bajar serdanên cejnê bike. Di heman demê de Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li navçeyên Silopiya û Hezexê jî goristan ziyaret kirin û piştre jî li avahiyên navçeyan cejnên welatiyan pîroz kirin.    COLEMÊRG   Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê jî çûn serdana gorên kesên di dema qedexeyên derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û gelek kes tev li serdanan bûn. Di serdanên goristanên Bajêrge, Taxa Roman û Goristana Asrî ya li Serê Solan de beşdaran lidua kirin.