Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn 2023-04-21 15:51:44   HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Samandagê axivî û wiha got: “Em ê di rojên pêş de, piştî 14’ê Gulanê weke cejnan bijîn. Em ê cejna esasî di 14’ê Gulanê de bijîn.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, bi boneya Cejna Remezanê hate serdana navçeya Samandag a Hatayê. Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllarî, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar û pêkhateyên HDP’ê jî di şandeyê de cih girtin.    Sancar, ji ewil çû serdana Taxa Meydan û derdora Parka Abdullah Comert û piştre jî li Taxa Yeşîlkoyê ku xirbe lê tên xalîkirin axivî.    'ÊŞÊN XWE VEGUHERANDIN HÊVIYÊ’   Sancar, di diyar kir ku xirbeyên tên xalîkirin xetereyeke mezin li ser jiyana gel çêdikin û wiha got: “Îro cejn e lê êş û elem hene. Tu kes êşa xwe bi rûniştinê, bi razîbûna qedera xwe najî. Xelkê vê derê êşa xwe veguherandiye hêviyê, veguherandiye îradeya têkbirina îktîdarê. Em hatin vê derê da ku êşa xelkê Samandagê parve bikin. Em ji bo piştevaniyê hatin.”    Bi domdarî Sancar bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê rojên pêş, piştî 14’ê Gulanê weke cejnê bijîn. Em ê cejna esasî wê demê bijîn. Em ê tevî gelan, tevî hemû kedkaran, tevî hemû mazluman û tevî mexdûrên vê derê cejnê bînin vî welatî.”    Sancar û şandeya pê re piştre jî ji bo hevdîtinan derbasî navçeya Antakyayê bûn.