Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne 2023-04-21 17:10:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bi serdanên cejnê û civînên gel domandin.  Partiya Çepên Kesk xebatên xwe bênavber didomîne. Namzetên partiyê yên Bûrsayê, li navçeya Gursûyê serdana dikandaran û malan kirin. Li bazara Gemlîkê jî standa hilbijartinê vekirin. Yek ji namzeta parlamenteriyê Ceylan Erol Erdogan a tev li vekirina stantê bû, bi endamên partiyê re belavokên hilbijartinê belavkirin.    MÛŞ   Namzetên parlamenteriyê û rêveberên bajêr ên Partiya Çepên Kesk, ji ber Cejna Remezanê serdana Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Gund û bajarokê Darasor ê Mûşê (MUŞKIDER) kirin. Endamên partiyê yên ji aliyê rêveberên komeleyê ve hatin pêşwazîkirin, pişt re bi rêveberan re têkildarî hilbijartinan axivîn.    TEKÎRDAG    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Tekîrdagê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re hatin bahev. Namzeta parlamenteriyê Mûazzez Orhan Işik û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan, li Komeleya Bajarên Derdorê ya Wanê cejna gel pîroz kirin. Namzeta parlamenteriyê Işik a li vir axivî wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe wesîleya azadiyê. Em ê cejna din jî di 14’ê Gulanê de pîroz bikin.”   ÊLIH    Bernameya cejnê ya ji aliyê Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê ve hate kirin jî veguherî mitîngê. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, namzetên bajar Zeynep Odûncû, Ekrem Baran, Mehmet Ruştu Tiryakî, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê û Başak Demîrtaş taş tev li bernameya cejnê ya li buroya hilbijartinê ya li Taxa Bahçelîevlerê hate kirin bûn.    Di bernameya cejnê ya bi tevlibûneke zêde pêk hat de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin û “jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Başak Demîrtaş a di bernameya cejnê de axivî, wiha got: “Tevî evqas zext û zehmetê Êlihê yek gavek jî paş ve neavêt û her carê bi rêjeyeke bilind vîna xwe danî holê. 14’ê Gulanê tê, ji bo hemû tiştên qewimîn dema hesab pirsînê tê. Partiya me bi derewan û gefan nikare bê xapandin, kî kîjan lîstika qirêj bilîze bila bilîze gelê Êlihê wê di vê hilbijartinê de 5 wekîlên xwe bişîne Meclisê. Min ji we re hem silavên Selahattîn hem jî silavên Selçûk Başkan ji Girtîgeha Edîrneyê anîn.”   ‘MIFTE DI DESTÊ GELÊ ÊLIHÊ DE YE’   Demîrtaş gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Mifte û çareserî di destê gelê Êlihê de ye. Selahattîn her tim pesnê Êlihê dide û vedibêje, ez jî bawer dikim ku em ê encameke baştir bi dest bixin. Selahattîn bi we bawer e, bi taybetî ji ciwanan pir bi bawer e. Ez jî bawer dikim ku deriyên zindanan, pêşiya aştî û aramiyê hûn ê vekin. Yên ku biserbêxin hûn in. Em ê hem desthilatê bişînin hem jî vê pergalê biguherînin.”   Bername bi gerandina govendê û pîrozkirina cejnê bi dawî bû.    ÇEWLIG    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Çewligê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristana Karşiyakayê kirin. Namzetê parlamenteriyê Omer Farûk Hulakî, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Çewligê Emîne Yalçin û Lutfu Aslan û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Çewligê Mîhrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû tev li serdanê bûn. Piştî re şandeyê serdana goristanên li gundan kirin. Şandeyê serdana gundên Kadîmadrag, Çilkanî, Derê Nazik, Tarbasan û Ibraman kirin û rastî eleqeyek zêde hatin. Şêniyên gund li namzetê xwe xwedî derketin. Piştî ku şande ji van gundan zivirîn serdana malbatên ku zarokên xwe di dîrokên cuda de windakirine, kirin.    Şandeyê dû re bi du komên cuda serdana taxên bajêr kirin. Di serdanan de gelê Çewlîgê kêfxweşiya xwe anîn ziman û bi şandeyê re li ser piyan sohbet kirin.