Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin 2023-04-21 19:54:41   STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi namzetên Stenbolê û coşa sedan kesan serdan kirin û buro vekirin. Ûçar, diyar kir ku wê sedsaliya gelan di 14’ê Gulanê ava bikin û wiha got: “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin. Ew dê biçin em ê serbikevin.”   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi boneya Cejna Remezanê bi gelê Stenbolê re hevdîtin kir. Namzetên parlamenteriyê yên Stenbolê, siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, hunermend û ji her beşa civakê gelek kes bi Ûçarê re bûn.    SERDANA MALÊNCEMÊ HATE KIRIN    Di çarçoveya çalakiyan de yekemcar sazî û rêxistinên elewiyan û Malêncemê hatin ziyaretkirin. Uçar û şandeya pê re çûn serdana Şaxa Komeleyên Çandê yên Elewiyan ên Sultangaziyê, Malacemê ya Pîr Sultan Abdal, Malacemê ya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gazî û Malacemê ya Alîbeykoyê û diyar kirin ku civaka elewiyan di tevahiya dîrokê de gelek êş kişandine. Di serdanê de hate gotin ku li dijî daxwaza welatîbûna wekhev wê tim bi elewiyan re bin û Partiya Çepên Kesk ê pêşengtiya van daxwazên wan bike û wisa siyasetê bike. Nûnerên elewiyan jî gotin ku wê li cem Partiya Çepên Kesk bin û wê di vê rêyê de bi hev re bimeşin.    COŞA MEZIN    Ûçar û kesên pê re pişt re tev li vekirina buroyê ya li Taxa Guzeltepeyê bûn. Bi sedan kesên beriya vekirina buroyê bi stranên kurdî re govend gerandin, alên Partiya Çepên Kesk hejandin û coşa xwe nîşandan. Girseyê bi coşeke mezin, jinan jî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” Ûçar pêşwazî kirin.    DIYARKERA HILBIJARTINÊ STENBOL E   Piştî ku girseyê bi hev re girtî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” pêşwazî kirin, namzetên parlamenteriyê yên herêma duyemîn ên Stenbolê gelê Guzeltepeyê silav kir. Ûçar a li vir ji girseyê re axivî, bi zaravayên kurmancî û kirmançkî gel silav kir. Ûçar diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek krîtîk û dîrokî ne û wiha got: “Stenbol di vê wateyê de bi têkoşîna xwe yek ji bajarên ku desthilata AKP’ê û MHP’ê tune dihesibîne û têkoşîn lê zêde ye. Em dizanin ku yek ji bajarên ku hilbijartinê diyar dike Stenbol e. Dema ber bi hilbijartinê ve diçin herkesê beyannameya xwe aşkere kir. Ji bo me beyannameya esas têkoşîna me ya heta van rojan anîye bi xwe ye.”   ‘EM TÊN KU SEDSALA NÛ AVA BIKIN’   Ûçar a dirûşmeya Tifaqa Cûmhûr rexne kir wiha berdewam kir: “Em weke Partiya Çepên Kesk dibêjin ‘Dîsa Em’. Em di sala 2023’yan de bi ciwan û jinan re ji bo bibin kirde tên. Ez ji niha ve 14’ê Gulanê pîroz dikim, dê ji bo me pîroz bibe. Yên ku vê hilbijartinê diyar dikin em in  ji ber wê li qadê herî zêde em tên axaftin. Dibêjin ‘em tên ku bi kurdan re sedsaleke nû ava bikin’ Em ji vir bêjin sedsaleke me ya bi zilma li Dayikên Şemiyê, elewiyan, Emîne Şenyaşar û kurdan rewa bibînin nîne. Em ê sedsala gelan di 14’ê Gulanê de bi gelan re ava bikin. Hûn hene?.” Girseyê jî bi yek dengî ji Ûçar re got “Em hene”.   ‘EM TÊN KU HESABÊ BIPIRSIN’    Ûçar a destnîşan kir ku wê bi gelan re roja hilbijartinê hesabê bipirsin, axaftina xwe wiha domand: “Ev hilbijartin di navbera desthilatê û civakê de ye. Armanca me ya herî mezin guhertina vê pergalê ye. Bila gumana kesê ji vê yekê nebe. Em weke Partiya Çepên Kesk di 81 bajaran de dikevin hilbijartinê. Em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku di bin banê dara partiya me de bibin yek. Em natirsin, em tên ku hesabê bipirsin, em ê bipirsin jî.   ‘EM Ê SERBIKEVIN’    Ev weke diçin şer ji hilbijartinê re amadekariyan dikin. Yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê jî pirsgirêka kurd e. Em diyar bikin ku em li pişt mutebaqata Dolmabahçeyê ne. Em diyar bikin ku em li pişt metna ku Birêz Ocalan di sala 2013'an de şandibû ne. Em li kolanan û li qadan çiqas xurt bin em ê ji bo şandina desthilata AKP’ê û MHP’ê jî ewqas xurt bin. Em li vir in em ê bi hev re qezenc bikin. Ew dê biçin, em ê qezenc bikin.”   BI TILÎLIYAN BURO VEKIRIN    Girseyê demekî dirêj bi çepik û dirûşmeyan bersiv da axaftina Ûçar. Pişt re Ûçar û namzetên parlamenteriyê, bi sedan kesan re bi çepik û tilîliyan buro vekirin. Rêveberên CHP’a Stenbolê jî bi boneya cejnê serdana buroyê kirin.    ‘ÇAVKANIYA HÊZA ME HÛN IN’    Pişt re şande bi konvoyê derbasî Taxa Gokturk a navçeya Arnavûtkoyê bûn û li vir buroya hilbijartinê vekirin. Ûçar û kesên pê re ji aliyê girseyê ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û girse bi kurmancî û kirmançkî silav kirin. Ûçar a cejna girseyê pîroz kir û wiha got: “Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê li qadan in. Bawer bikin ku em gelek xurt in. Çavkaniya hêza me jî hûn in ku tevî zext û baranê têkoşîna xwe mezin dikin.”   DESTNÎŞANKIRINA RÊYA 3’YEMÎN    Ûçar, qala girîngiya têkoşîna bi hev re ya gelê kurd û civaka elewî kir û ev tişt gotin: “Rêya me Rêya Sêyemîn e. Dema em ber bi hilbijartinan ve diçin em ne mecbûrî Tifaqa Milet in. Me rêyeke nû vekir. Ya ku qezenc dike jî rêya me ya sêyemîn e. Em ê bi 14’ê Gulanê re Peymana Stenbolê têxin meriyetê. Ji niha ve pîroz be.”   Aktîvîte bi gerandina govendê ya bicoş bi dawî bû.