ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN 2023-04-22 09:00:05   * Siyasetmedarê kurd Nasir Yagiz bertek nîşanî êrişên li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî welatparêzên kurd tên kirin da û wiha got: “Neparastina kurdan a li Kurdistanê cihê rûreşiyê ye. Bi van êrişan dixwazin kurdên welatparêz tune bikin.”    * Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku di serî de pirsgirêka kurd ew dê ji bo çareseriya pirsgirêka jin, ciwan, zarok, karker û kedkaran bixebitin û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be.   * Keça siyasetmedarê kurd Orhan Dogan rojnameger Ayşegul Dogan bû namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê û ala têkoşînê ya bavê xwe girt. Dogan wiha got: "Hêvîdar im ku ez bikaribim layiqî têkoşîna wî bibim, ez bikaribim wî biparêzim."    * Her sal bi hatina biharê re Geliyê Botanê û Qesra Elo Dîno bi xeml û xêra xwe dibe wargeha bi hezaran geştyaran. Îsal jî bi hatina biharê re kulîlk bişkivîn û Geliyê Botanê xweşiktirîn dîmenan pêşkeşî ziyaretvanan dike.   * Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Zohre Tedîk diyar kir ku ji bo hesabê ji faîlên lawê xwe yê di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bipirse wê li Meclisê be û wiha got: “Li dijî kesên welat ber bi tarîtiyê ve birin divê weke karker, jin, kedkar zêdetir bixebitin.”   * Yek ji namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Îlknûr Bîrol a ji kevneşopiya têkoşîna kedê tê, diyar kir ku ew li herêma 3’yemîn a ku AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de piştgiriyeke xurt wergirtiye bi biryar in û got: “Hilbijêr di nava lêgerîna xelasiyê de ne.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 761’an de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00 - 20.00)   * ÎHD û Xizmên Windakiriyan dê bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li Parka Koşuyolu ya Amedê û li ser Cadeya Gulistan a Êlihê daxuyaniyê bidin. (12.00-13.00)   * HDP dê li avahiya Navenda Giştî bi nûnerên partiyên siyasî re cejnê pîroz bike. (10.15-15.45)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan li dar dixin, di hefteya 943’yan de li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê çalakiya “Rûniştina F” ku her hefteyê li dar dixe, di hefteya 578’an de li pêşiya komeleyê li dar bixe. (13.30)    * Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar dê li navçeya Esenyurt a Stenbolê bûroya hilbijartinê bê vekirin. (17.00) ZINDÎ