Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin 2023-04-22 13:01:43   STENBOL - Tevî biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê jî dorpêça polîsan a li ser Qada Galatasarayê nehat rakirin. Dayikên Şemiyê xwestin li qadê daxuyaniyê bidin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û 17 kes hatin binçavkirin.    Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê di roja 943’yan de jî berdewam kir. Tevî biryara “Binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî dorpêça polîsan a li ser Qada Galatasarayê berdewam e. Dayikên Şemiyê xwestin li qadê daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan di hefteyê de jî rastî êriş û astengkirinên polîsan hatin.    Dayik, bi qurnefîlan hatin lê polîsan nehiştin ku nêzî Qada Galatasarayê bibin. Gelek polîs li qadê hatibûn bicihkirin. Dayik û kesên pê re ji ewil hatin dorpêçkirin û piştre jî hatin binçavkirin.    Di vê navberê de polîsan mertalên xwe bilind kirin û nehiştin ku rojnamegera dîmen û wêneyan bikişînin. Her wiha polîsan nehiştin ku rojnameger nêzî qadê bibin.    Dayikên Şemiyê û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de, bi giştî 17 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun ji ber helwesta polîsan a di dema binçavkirinê de bertek nîşan da û got; “Tişta ku hûn dikin derhiqûqî ye.” Li gel ku Tosun ji polîsan re got ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û destê wê şikestî ye jî, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.