Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike 2023-04-22 17:04:23   AMED - Namzetên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gund bi gund geriyan. Namzet, rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. Namzetan diyar kir ku dê di 14’ê Gulanê de bi hev re dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û namzetên parlamenteriyê, bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana gundên Amedê û cejna gel pîroz kirin. Şandeya ku ji namzetên parlamenteriyê Mehmet Emîn Aktar, Ceylan Akça, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn û rêveberên partiyê pêk dihat çû serdana gundên navçeya Rezanê.    Şande, bi wesayîta hilbijartinê û gelek wesayîtan çû serdanan. Di tevahiya rêyê de şandeyê şivan, zarok, jin û welatiyên di trafîkê de disekiniyan silav kirin û cejna wan pîroz kir. Şande çû serdana gundên Arvalli ya Jor, Arvalliya Jêr, Kamişpinar, Ortaviran, Kelek, Dehlik û Dugerê. Şande, li gundên navborî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Şêniyên gund ji bo pêşwazîkirina namzetan di dest de alayên Partiya Çepên Kesk disekiniyan û bi hatina namzetan re dîmenên rengîn derketin holê. Gundiyan bi govendan, çepik, tililî û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” şande pêşwazî kirin.    'DÊ BERSIVA KURDAN XURT BE’   Di serdanê Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn wiha got: “Ev hilbijartin gelek girîng e û ji ber ku mijara behsa xeberê rizgariya gel e. Em kurd dê di vê hilbijartinê de bersiveke xurt bidin. Ev yek jî dê bi saya we bibe.”    Di serdanê de namzetên parlamenteriyê her wiha li pirsgirêkên welatiyan ên weke çandinî û sewalkariyê guhdarî kirin û gotin ku dê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hewl bidin.    'EM Ê NEBIN KURDÊN TU KESÎ’   Ji namzetan Mehmet Emîn Aktar jî di serdanê de axivî ev tişt anî ziman: “Du tifaq hene û her du tifaq jî hewl didin kurdê xwe biafirînin. Lê em bi tifaqa xwe dikevin hilbijartinan û dê nebin kurdên tu kesî. Em bi xwe xwediyên xwe ne. Em ê xwedî li xwe derkevin. Em ê gotin û daxwazên we bibin meclisê. Dilê me bi we re ye. Em ê dawî li vê pergala qeyûman bînin. Ev xak xaka me ye, ev der bajarê me ye û yên xwedî gotin jî em in. Heke hûn hêz bidin me em ê bi hev re bihêztir bibin. Divê kurd di vê hilbijartinê de bibin yek û bersivê bidin êrişan.”    'EM Ê DENGÊ WE BIBIN MECLISÊ’    Ji namzetan Ceylan Akça jî bi lêv kir ku divê di dema hilbijartinê de sindoqa werin parastin û wiha pê de çû: “Gundiyên me her tiştî dizanin û hewce nake em tiştekî ji wan re bibêjin. Lê divê di parastina sindoqan de cih bigirin. Dema em çûn meclisê, ew ode dê ji bo we bin. Em ê ji bo dengê we li meclisê bin. Di sedsala duyemîn a komarê de divê em bihêz bin. Divê em hevalên me yên qaneh nebûn jî qaneh bikin.”    'EM Ê BERSIVÊ BIDIN FAŞÎZMÊ’   Hevseroka DBP’a Amedê Gulistan Atasoy jî daxuyand ku têkoşîna kurd bi xwe re dîroka berxwedanê nivîsand û hêj dinivîse. Atasoy, girîngiya hilbijartinê vegot û wiha derbirî: “Em ê bi hev re bersivê bidin faşîzmê. AKP-MHP ku derê heq bikin em ê wan bişînin wê derê. Em ê deriyê jiyaneke nû vekin.”    Şandeya ku namzetên parlamenteriyê Sevîlay Çelenk, Azad Bariş, Mehmet Kamaç û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Naşît Bati jî di nav de, çûn serdana gundên Kamîşek, Aynetiya Jorîn û Aynetiya Navîn ên navçeya Bajarê Nû û cejn li gel pîroz kir.    Ji namzetan Mehmet Kamaç li gundê Aynetiya Jorîn got ku her çend ku li dijî hebûna gelê kurd êrişên mezin hatibin kirin jî gelê kurd bi îradeyeke mezin bersiv daye van êrişan. Kamaç, got ku hilbijartinên 14’ê gulanê girîng in.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN’   Ji namzetan Azad Bariş jî li gundên Aynetî Jorîn û Kamîşekê axivî û ev tişt anî ziman: “Bila dost û dijmin tevek jî bizanin ku em hebûn, em ê hebin û dê vê têkoşînê mezintir bikin. Em ê van tevekan têk bibin. Bihar li benda me ye û em ê di 14’ê Gulanê de bi ser kevin.”