Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine 2023-04-22 20:39:45   STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ku di çalakiya xwe ya hefteya 943’yemîn de li Qada Galatasarayê bi êrîşa polîsan hatin binçavkirin, diyar kirin ku hatine derbkirin, gef li wan hatiye xwarin û polîsan hewl daye destên wan bişikînin.      Dayikên Şemiyê piştî hatin berdan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji bilî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen gelek parazvanên mafên mirovan  tev li civînê bûn.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’     Keskîn a di civînê de axivî, destnîşan kir ku careke din bi bêhiqûqiyeke mezin re rûbirû ne û wiha got: “Ev çalakiya ji sala 1995’an ve didome demekî dirêje hatiye qedexekirin. Me li dijî vê her tim têkoşîna xwe domand. Lê herî dawî AYM’ê biryar da ku ev qedexekirin binpêkirina maf e. Biryara saziya darazê ya herî bilind li cem polîsan bêqiymet e. Bi saetan bi awayekî keyfî bêyî tu pêdiviyên me bên pêşwazîkirin em hatin berdan. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, ji ber ku em mafdar in. Em ê vî mafê xwe heta dawiyê bikarbînin.”   DI WESAYÎTÊ DE KELEMÇEYA BI PAŞ VE    Endama Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’ê Sebla Arcan jî wiha got: “Derbarê binçavkirina me de biryareke ku nîşanî me dan nîne. Bêyî hinceteke hiqûqî hebe 3 hefte ne em tên binçavkirin. Em di wesayîtê de jî bi paş ve hatin kelemçekirin. Îro hêzên ewlehiyê sûc kirin. Me dîsa giliyê wan kirin. Em mafê xwe yê makeqanûnî bikartînin. Ji ber vê yekê em dest jê bernadin.”    POLÎSAN HEWL DA DESTÊ WÊ BIŞIKÎNE    Yek ji malbata windakiriyan Besna Tosûn jî diyar kir ku 3 hefte ne bi awayekî bêhiqûqî tên binçavkirin û ev tişt gotin: “Em vê hefteyê rastî mudaxileyeke cuda hatin. Hêj em negihiştin qadê bêyî hişyar bikin bi lêdanê em binçavkirin. Li derve zêde nekarîn bikin lê ji ber di hundirê wesayîtê de kamera tune ye 2 polîsên jin hewl dan destên min bişikînin. Ewilî hewl da destê min pişt re milê min bişikîne. Her tim heqaret li me kirin û îşkence kirin.”   ‘RÊYA AŞTIYÊ DI QADA GALATASARAYÊ RE DERBAS DIBE’     Tosûn, anî ziman ku 3 hefte ne li ber çavên hemû Tirkiyeyê rastî îşkenceyê tên û wiha berdewam kir: “Siyasetmedar bi gotinên mezin li qadan digerin lê daxwaza edaletê ya Dayikên Şemiyê ji nedîtî ve tên. Rêya aştiyê di Qada Galatasarayê re derbas dibe. Her kes bi awayekî ji ber vê tundiya li me hate kirin sûcdar e. Hûn hemû sûcdar in. Ji ber ku hûn bêdeng dimînin, ji nedîtî ve tên li ber çavê hemû cîhanê rastî tundiyê tên. Em ji kesên dewletên bi rê ve dibin re û ji muxalefetê re dibêjin: Me dest jê bernedan em destan jê bernadin.”   ‘EM BI BIRYAR IN’     Hanîfe Yildiz a ji bo kurê xwe yê di bin çavan de hatiye windakirin 28 sal in têdikoşe jî wiha got: “Em bi biryar in. Heke lêgerîna kurê min sûc be heta ku ez bijîm ez ê vî sûcî bikim. Bi temamî xuyaye ku dewleta polîsan e. Nahêlin çapemenî jî peywîra xwe bike. Siyasî behsa me nakin. Bifikirin dema niha ez çûm malê ez ê kê maç bikim û hembêz bikim.”    GEFA POLÎSAN    Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Leman Yûrtsever a herî dawî mafê axaftinê wergirt, da zanîn ku dema dihate binçavkirin ji ber ku îşareta serkeftinê li rojnamevanan kir, polîsan tundî lê kiriye û gef lê xwarine û wiha got: “Polîsan gotin ‘em ê vê dewletê ji we re nehêlin’. Em windayên xwe digerin, aqûbeta wan û faîlên wan dipirsin lê ji me re diqîrin û dibêjin ‘em ê dewletê ji we re nehêlin’.”