AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike 2023-04-23 10:15:06   AMED - Serokê AKP’ê yê Sûrê Davût Yildiz û pismamê wî Midurê Karên Fenê yê Şaredariya Sûrê Mehmet Yildiz qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê ji ber erdhejê ji bo kesên hewcedar ên li Amedê amadekirine li xizmên xwe belav kirin.     Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) a girêdayî Wezareta Karên Hundir e ji bo li bajarên ji erdhejê bandor bibûn bên belavkirin qoliyên alîkariyê amadekirin. Ew qoliyên alîkariyê piştî 2 meh û nîvan ji aliyê AKP’iyan ve li xizmên wan û li herêmên hilbijartinê tên belavkirin. Hate hînbûn ku Serokê AKP’ê yê Sûrê Davût Yildiz û pismamê wî Midurê Karên Fenê yê Şaredariya Sûrê Mehmet Yildiz qoliyên alîkariyê li xizmên xwe belavkirine û weke alîkariyên AKP’ê li gundên Tilelêk, Dawda, Çûkûr, Kêvire Birrî û Şikêfte yên navçeya Sûra Amedê ku xebatên hilbijartinê lê dikin belavkirine.