Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin 2023-04-23 11:25:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem El Îbrahîm destnîşan kir ku rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça hikumeta Şamê zehmettir dibe û bang li NY'yê kir ku şandeyeke navneteweyî bişîne wan herêman.   Dorpêça hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike. Hikumeta Şamê nehêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û alîkarî bikevin herêmê. Xelkê wan herêman bi taybet piştî erdheja 6`ê Sibatê, di nava şert û mercên dijwar de jiyan dikin.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rêbazan hewl dide ku alîkariyan bigihîne xelkê wan herêman, lê belê hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dike.   Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem El Îbrahîm têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Meryem El Îbrahîm destnîşan kir ku rewşa mirovî li herêmên dorpêçkirî zehmet e û got: “Her kes dizane ku li Şehbayê kampên koçberan hene, dorpêç êşa koçberan girantir dike. Rewşa li Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd trajîk e. Hikumeta Şamê tenê derdê wê parastina destilatdariya xwe ye.”   Meryem El Îbrahîm bal kişand ser Rêveberiya Xweser ruxmî derfetên xwe yên kêm amade ye piştgiriyê bidin van herêman û wiha dom kir: “Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan tê astengkirin. Rêveberiya Xweser hewldanên xwe ji bo rakirina dorpêçê didomîne.”   Meryem El Îbrahîm bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku rewşa wan herêman bibîne û şandeyeke navneteweyî bişîne wir da ku rewşa ji ber siyaseta hikumeta Şamê tên jiyankirin, bişopînin û binrixînin.