‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk 2023-04-24 10:15:43 EDENE - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Mehmet Karakiş ku 28 sal in xebatên xwe yên siyasî û çandî û hunerî dimeşîne û gotinên stranan dinivîse wiha got: “Li Împaratoriya Osmanî gelek lîstik hene. Ji bo xerakirina vê lîstikê divê em herî zêde bala xwe bidin ewlehiya sindoqan.”    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û giştî yên ku dê di 14’ê Gulanê de bên kirin didomîne. Yek ji namzetên parlamenteriyê yê bajarên ku Partiya Çepên Kesk lê bi îdiaye Edeneyê bû Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Karakiş. Karakiş ê bi eslê xwe ji navçeya Dêrika Mêrdînê ye di sala 1976’an de li Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhana Edeneyê ji dayik bû. Karakiş ku di emrê xwe yê ciwantiyê de demeke dirêj di sektora otomotîvê de xebitî, di sala 1994’an de tev li xebatên Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) bû. Karakiş ê di Baskên Ciwanan û komîsyonên taxan ên HADEP’ê de cih girt, di sala 1995’an de tev li xebatên Navenda Çanda Mezopotamya ya Edeneyê (NÇM) bû. Karakiş ê li NÇM’ê li ser şano, folklor û perwerdehiya zarokan xebitî, lêanînên şanoyê yên weke “Zimanê Kurdî” , “Evîna ji Dûr a Amin Maoluf” û “Yên din darizînin” kiriye. Karakiş ê li rojnameyên herêmî û netewî nivîs dinivîsandin di sala 1999’an de ji ber sedemên polîtîk hate binçavkirin û girtin. Karakiş ê di sala 2005’an de hate berdan, piştî girtina xwe li Edene, Wêranşar, Pirsûs û Mêrdînê tev li xebatên çand û huner, siyaset û perwerdehiyê bû.     Em bi Karakiş ku ji sala 2019’an û vir ve Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê ye, li ser namzetiya wî ya ji bo parlamenteriyê û pirsgirêkên Edeneyê axivîn.    ‘PARTIYA ÇEPÊN KESK PARTİYA GEL Û BAWERIYAN E’    Karakiş da destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk partiya jin, ciwan, karker, kedkar, gel û baweriyan e û anî ziman ku Partiya Çepên Kesk wê bibe nûnerê beşên ku li Meclisê nikare xwe li dewletê bibîne û nikare ji xizmetên wan sûdê werbigire û anî bi lêv kir ku divê gel û bawerî dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Karakiş diyar kir ku Edene bajarekî ku nikare pirsgirêka bajarvaniyê çareser bike ye û anî ziman ku bajarvaniya hatiye hilweşandin, trafîk û veguhastin û nebûna demokrasiyê ya rêveberiya herêmî, pirsgirêkên bingehîn in. Karakiş, diyar kir ku rêjeya zêde ya bikaranîna tiryakê ya di nava ciwanan de bêkarî û xizanî ye û da zanîn ku bêkarî û xizaniya li bajêr rê li ber koçberiya ber bi bajarên din ve vedike.    ‘EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN’    Karakiş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komarê sedsala xwe temam kir. Esas sedsala borî ya Komarê sedsaleke felakete ye. Gelek trajedî û dramên cidî qewimîn. Gel û bawerî hatin înkarkirin. Komkujiyên gelek cidî qewimîn. Divê sedsala komarê ya ji niha şûn ve demokratîk bibe. Partiya Çepên Kesk div î warî de navnîşana herî baş e. Divê gel û baweriyên wan azad bin, ciwan azad bin, divê di nav aktîvîteyên civakî û perwerdehiya demokratîk û zanîstî de bin. Di serî de gelê Edeneyê hemû Tirkiye van pirsgirêkan dijî. Partiya Çepên Kesk weke partiyeke muxalefetê li Meclisê amade bibe pirsgirêka ku ewil were çareserkirin dê bibe bi destxistina şaredariyên me yên qeyûm tayînî wan hatine kirin. Dîsa vegere karên wan a mexdûrên KHK’ê. Şikandina tecrîda li Îmraliyê, berdana girtiyên nexweş. Ji ber vê yekê Partiya Çepên Kesk dengê Tirkiyeyê ye. Dengê gelên Edeneyê ye. Edene bajarekî kozmopolîtîk e ji ber wê dê xwe di nava Partiya Çepên Kesk de bibînin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê dengê xwe bidin Çepên Kesk.” Karakiş, bi taybetî bang li jinan û ciwanan kir ku xwedî li sindoqan derkevin û wiha lê zêde kir: “Li Împaratoriya Osmanî gelek lîstik hene. Ji bo xerakirina vê lîstikê divê em herî zêde bala xwe bidin ewlehiya sindoqan.”    ‘VAYE HAT DÊ BÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK’    Karakiş, ê ji bo Partiya Çepên Kesk gotinên stranekê nivîsî, anî ziman ku huner pêdiviyeke, ji bo vê pêdiviyê straneke bi navê “Vaye hat dê bê Partiya Çepên Kesk” nivîsandiye. Karakiş, diyar kir ku têkildarî stranê vegerên erênî lê çêbûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Min 28 salên xwe dane çand û hunerê. Li vir ked daye. Rexnekirina hunerê bû sedem ku xebateke bi vî rengî derkeve holê. Û bi vî rengî min bi çend hevalên xwe re gotina stranê nivîsand.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen