Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne 2023-04-24 14:17:46   SEMSÛR - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê di çarçoveya serdanan de bi namzetên parlamenteriyê yên bajêr ve serdana Cemxaneya Yûnûs Emre û Şaxa Weqfa Çandê ya Hacibektaşi Velî ya Semsûrê kirin.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê xebatên xwe yên ji ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bênavber didomîne. Rêxistina Partiya Çepên Kesk bi namzetên xwe yên bajêr, Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar, Meryem Çerîtlî ve li navenda Semsûrê serdana Cemxaneya Yûnûs Emre û Şaxa Weqfa Çandê ya Hacibektaşi Velî ya Semsûrê kirin.    Di serdanê de şandê bi endam û rêveberan re li ser pirsgirêkên bajêr axivîn û ji bo çareserkirina pirsgirêkan fikrên wan girtin. Her wiha şande li ser erdheja Semsûrê û xemsariya dewletê ya li dijî erdhejê jî axivîn û ji bo pêdiviyên mexdurên erdhejê fikir û ramanên rêveberan wergirtin.