Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin 2023-04-24 14:56:51 AMED - Tevî hişyariyên ji bo tevdîrên felaketa lehiyê jî konbajarê ku ji aliyê walîtî û şaredariya Amedê ve li Geliyê Dîcleyê hatibû avakirin, hat rakirin.    Di 6’ê Sibatê de du erdhejên ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistana Mereşê bûn çêbûbû û tesîrê li ser 11 bajaran kiribû. Yek ji van bajaran jî Amed e. Walîtiya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, tevî hemû hişyariyên rêxistinên sivîl jî li kêleka Çemê Dîcleyê ango li Geliyê Dîcleyê konbajar ava kiribû û mexdûrên erdhejê lê bicih kiribûn.   Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê li ber walîtiyê û şaredariyê rabûbû û bal kişandibû ser metirsiyên lehiyê ku li Çemê Dîcleyê pêk were û konbajar bixe talûkeyê. Tevî vê hişyariyê jî dîsa konbajar hatibû avakirin. Di 15’ê adarê de ji ber metirsiya lehiyê konbajar hatibû valakirin. Konbajarê ji 4 hezar û 200 konan pêk tê îro bi temamî hat rakirin. Çawa ku leşker û cerdevanan konbajar ava kiribû rakirina konan jî dîsa ji aliyê leşker û polîsan ve pêk hat.