Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir 2023-04-24 15:51:53 ENQERE - Panela bi navê “Ji bîr neke hevrû bibe, 1915” ku Meclisa HDK’ê ya Enqereyê xwest li dar bixe, piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umît Ozdag hedef nîşan da ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hate qedexekirin.    Panela bi navê “Ji bîr neke hevrû bibe, 1915” ya Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqereyê têkildarî salvegera Qirkirina Ermenan a di 24’ê Nîsana 1915’an de dest pê kir, ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hate qetilkirin. Panel ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Zafer ve li ser medyaya dîjîtal hedef hate nîşandan. Li ser hesabên medyaya dîjîtal ên cuda jî ji bo êrişî panele bikin bang hate kirin. Piştî vê yekê panel ji aliyê Walîtiyê ve hate qedexekirin.    Berdevkiya HDK’a Enqereyê têkildarî rewşa heyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDK’ê diyar kir ku panela wan bi hinceta “Ji ber hesasiyet û hestiyariya civakî di nava xwe de dihewîne” di çarçoveya qanûna 2911’an de hatiye qedexe kirin û wiha got: “Em biryara qedexekirinê rexne dikin.  Panela me ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umît Ozdag û hin kesên din ve li ser medyaya dîjîtal hedef tê nîşandan. Ji bo bikevin pêş provokasyonên hewl tê dayîn bên kirin em panela xwe taloqî dirokeke pêş dikin.”