Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê 2023-04-25 09:02:43 MELETÎ - Namzeta parlamenteriyê ya Meletiyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Şakar, ji bo civîna bi gel re bang kir û got: "Em bi hev re di bin kavilan de man û kesî dengê me nebihîst. Werin tevlî civîna me bibin û qêrîn û bertekên xwe li dijî vê xemsariyê nîşan bidin."   Partiya Çepên Kesk hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk dê sibê bi dirûşmeya "Em ê faşîzme hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin" li avahiya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê ya li navçeya Yeşilyûrt bi tevlîbûna Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, namzetên parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureya Onder û namzetên parlamenteriyê yên bajêr Perîhan Yucekaya, Yûsûf Bozkuş, Sevîm Alagoz, Huseyîn Kilinç, Rozerîn Ercan û Gafar Bayram bi gel re bicive.   Namzeta parlamenteriyê ya Meletiyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Şakar ji bo beşdariya li hevdîtina bi gel re bang kir.   Tulay Şakar   Tulay Şakarê anî ziman ku ew ji roja destpêkê ve li cem gelê Meletiyê bûne û ev tişt gotin: "Hilweşandineke mezin li Meletiyê çêbû, lê ji bilî Partiya Çepên Kesk tu kes li cem gel nebû. Hevalên me di roja destpêke de li cem gel bûn û alikariya wan kirin. Ya ku daxwazên gelê Meletiyê bînin ziman, Partiya Çepên Kesk e. Ji ber wê jî em di wê baweriyê de ne gelê Meletiyê dê deng bide partiya me. Partiya Çepên Kesk, hemû gel û pêkhateyan di nav xwe de dihewîne."   'EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Şakarê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê hesabê xemsariyê ji desthilatê bipirsin û ev tişt anîn ziman: "Partiyên din ku heta niha parlamenter ji Meletiyê dişandin meclisê, lê tu pirsgirêkên gel neanînin ziman. Heke bianîna ziman wê ji roja destpêkê ve li cem gel bûna. Lê ew ne li cem gel bûn. Em Partiya Çepên Kesk ji niha şûn ve jî em ê hesabê erdhejê û hesabê kesên di bin kavilan de man û alîkariya wan nehat kirin bipirsin. Her wiha gelek pirsgirêkên gelê Meletiyê hene, pirsgirêka çandiniyê heye, em ê ji van pirsigirêkên gel re jî bibin bersiv û em ê di meclîse de bînin ziman."    BANGA JI BO CIVÎNA GEL   Şakarê di dawiya axaftina xwe de ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Partiya Çepên Kesk wiha bang li welatiyên Meletiyê kir: "Em hemû gelê xwe vedixwînin hevdîtina gel. Em bi hev re di bin kavilan de man û kesî dengê me nebihîst. Werin tevlî civîna me bibin û qêrîn û bertekên xwe li dijî vê xemsariyê nîşan bidin. Bila gelê me jî werê tevlî vê hevdîtinê bibe ku em bi girseyî bikaribin berteka xwe li dijî vê xemsariyê nîşan bidin."