ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin 2023-04-25 12:25:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “Rejîma faşîst dixwaze hêzên rêxistinkirî yên gel teslîm bigire û wisa bikeve hilbijartinê. Em ê li dijî êrişkariya faşîzmê têkoşîna yekgirtî geş bikin.”   Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) têkildarî binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li li 21 bajaran hatine kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ESP’ê wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst vê siharê bi operasyonên ku li 21 bajarên ku navenda wê Amed e pêk anî, zêdeyî 150 kes binçav kirin ku di nav wan de endamê HDP’ê, rojnamevan, parêzer û hunermend jî hene.”   Bi domdarî ESP’ê wiha got: “Rejîma faşîst baş dizane ku hêzên şoreşger-demokratîk ji bo wê çiqas bi xeter e. Weke beriya beriya hilbijartinê, dixwaze hêzên rêxistinkirî yên gel teslîm bigire û biçe hilbijartinên 14’ê Gulanê. Em bang li karker û gelê xwe yê çewisandî dikin ku li dijî êrişkariya faşîzmê û polîtîkaya zextê ya li ser têkoşîna wekhevî û azadiyê, têkoşîna yekgirtî geş bikin. Bila binçavkirî werin berdan. Hêza we têra me nake, em ê serkevin.”