DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin! 2023-04-25 12:26:19 AMED - DFG'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran a operasyona navenda wê Amedê ye da û got: "Çapemeniya Azad 30 sal zêdetir e serî li ber bombe, komkujî û operasyonên binçavkirinê netewand û dê îro jî serî natewîne."   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî operasyona ku navenda wê Amedê ye û li gelek bajaran pêk hat da. DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina zêdetirî 100 kesên ku di nav wan de rojnamevanên kurd jî hene da û diyar kir ku wê ev hewldanên bêdengkirina Çapemeniya Azad jî bêencam bimînin.    Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Di çarçoveya operasyona ku li 21 bajaran û ku navenda wê Amedê ye hat lidarxistin de zêdeyî 100 kes di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin. Di operasyona ku ji rojnamevan, siyasetmedar, parêzer heta hunermendan gelek kes hatin binçavkirin. Avêtin ser saziyên wan, 24 saetan biryara qedexekirinê hat dayîn. Rêveberê komeleya me û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Abdurrahman Gok, Ahmet Kanbal, Mikail Barut, Mehmet Yalçin, Osman Akın, Mehmet Şah Oruç, Berîtan Canozer, Mehmet Yalçin, Mîkail Barut, Salîh Keleş, Remzî Akkaya û Arif Akkaya hatin binçavkirin. Di 10 mehên dawî de 27 hevalên me berê jî di operasyonên li dijî rojnamevanên kurd de hatibûn binçavkirin û girtin. Em dizanin ku ev operasyon berdewamiya operasyonên bêdengkirina Çapemeniya Azad û rojnamevan e kurd e.    Bêguman ev operasyona ku 19 roj beriya hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkiyeyê hat kirin, 'operasyona hilbijartinê' ye! Divê demildest ev operasyonên li dijî siyasetmedar, parêzer, hunermend û rojnamevanan hatiye kirin were bidawîkirin. Ev operasyona li dijî bêdengkirina gelê kurd e. Çapemeniya Azad ev zêdetirî 30 sal in li ber bombe, komkujî û operasyonên binçavkirinê serî netewand û dê îro jî serî netewîne! Ev tevgerên bêdengkirina Çapemeniya Azad pûç in. Hûn nikarin pênûsa rastiyê bitewînî. Hûn ê nikaribin me bêdeng bikin!”    Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP) jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “19 roj beriya hilbijartinê bi taybetî rojnamevan û parêzer, kesên ku sûcên îktidarê eşkere dikin careke din dibin hedef. Ji niha û pê de jî weke heta îro tu gav paşde nayê avêtin. #ÇapemeniyaAzadNayêBêdengkirin #ÖzgürBasınSusturulamaz”