Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne 2023-04-25 12:53:12 AMED - Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de bi ser Şaxa OHD’a Amedê hatibû girtin. Lêgerîna li komeleyê bi dawî bû û hat zanîn ku 25 parêzer hatine binçavkirin.    Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî 19 roj mane û îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda Amed de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Polîsan li Amed,  Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Semsûr û Enqereyê bi ser bi dehan mal û kargehan de girtin. Di serdegirtinan de hinek pirtûk û materyalên dijîtal hatin desteserkirin. Hat zanîn ku heta niha 25 parêzer di bin çavan de ne. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û polîsan îro di danê sibehê de bi ser şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Amed, Wan, Riha, Êlih û Mêrdînê de girtin.    LÊGERÎNA LI OHD’A AMEDÊ BI DAWÎ BÛ   Di serdegirtina Şaxa OHD’a Amedê de deriyên komeleyê hatin şikandin û lêgerîna li avahî bi dawî bû. Her wiha dorpêça li derdora avahiya komeleyê hêj didome. Di çarçoveya lêgerînan de kompûter, rojname, pirtûk û hwd. û gelek ewraq hatin desterserkirin.    25 PARÊZER DI BIN ÇAVAN DE NE   Navên hinek parêzerên hatine binçavkirin wiha ne: “Mehmet Oner, Halîse Dakali, Ozum Vurgun, Bunyamîn Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Kalelî, Resûl Tamur, Firat Taşkin, Salîh Tekîn, Sozan Acar, Buşra Eylul Ozgultekîn, Bûrhan Artan, Metîn Ozbadem, Şerzan Yelboga, Suleyman Şahîn, Gulistan Ataş, Firat Yildiz, Serhat Hezer, Kenan Aygay, Şîrrîn Şen û Bahar Okay li Amedê, Gurbet Ozbey û Rûşen Dogan li Rihayê û Kenan Angay û Jiyan Samedoglû jî li Mêrdînê hatin binçavkirin.”